Binêre Cemîl Bayik, qed naêşe

Pautus fermandarekî Romayî bû. Ew mirovekî girîng ê qralî bû. Lê paşê hewl da ku derbeyekê organîze bike. Bi ser neket. Ew têk çû û hat girtin. Bi sêdaredanê hat mehkûmkirin. Li gorî adetên Romayî, bêyî ku werin îdamkirin, ji kesên mîr û pismîran re şansek dihat dayîn. Mafê wan ew bû ku ew bixwe dawîyê li jîyana xwe bînin. Ji Pautus re jî ev maf hat dayîn. Ew xistin odeyekê û xencerek li kêleka wî danîn. Dê, bav, jin, xizm û hevalên wî li ber derî li bendê bûn ku Pautus jiyana xwe bi dawî bike û mirinek bi rûmet hilbijêrin. Lê tenê dengê lingên Pautus dihatin bihîstin. Qet cesareta ku ew xwe bikuje tunebû.

Hemû malbata wî jî şerm dikirin. Ji Pautus bêtir, malbata wî hem şerma îxanetê û hem jî şerma têkçûnê di kişand.

Di dawiyê de jina wî nikarî ji şermê xwe ragire. Bêyî ku tiştekî ji kesî re bibêje, derî vekir û ket hundir, xencera li ser masê girt û li zikê xwe da. Kirasê wê yê spî di nav xwînê de ma. Xencer derxist û da mêrê xwe û got “Binêre, Pautus, ev qed naêşe”.

Em bi bûyerên wisa re rû bi rû ne, yên “binketî û xayîn” ku em ji wan re bibêjin binerin qed naêşe.

Cemîl Bayik yek ji damezrînerên PKK ê ye. Yek ji hevalên pêşî yên Ocalan e. Her tim navekî girînge bo PKK ê. Lê piştî sala 1999 an gav bi gav PKK e girt bin destê xwe. PKK ya piştî salên 2000 î PKK ya Bayik e, ne ya Evdila Ocalan e.

Cemîl Bayik berpirsyarê hemû pêvajoyên di dîroka PKK ya 45 salan de ye

PKK li Bakurê Kurdistanê têk çû. Çiyayên Kurdistanê di bin destê dewleta Tirk de man. PKK e di şerê ku sala 1984 an da destpêkirî têkçû û bi dawî bû. PKKeyî yek bi yek ji çiyayên Bakurê Kurdistanê hatin derxistin. Êdî dev ji Koçgirî, Behra Reş, Çiyayên Amanos û Çiyayê Torosê berdin, êdî li Botan, Colemêrg û Garzanê jî gerîla nemaye. PKK li bakur têk çû. Berpirsyarê vê têkçûnê Cemîl Bayik û fermandarê şer Murat Qarayilan in.

Tirkiyê PKK ji Bakur derxist, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê jî, PKK ê herêmên ku ji salên 1980 yî ve di bin kontrola wan de bû, hemû radestî Tirkan kir. Mînak PKK li Lolanê, ku Saddam jî nikarîbû bikeve têk çû. Cemîl Bayik di sala 1984 an de li Lolanê bû. Li vir kampên wan hebûn û kovar derdixistin. Li vir bi dehan kes di bin navê sîxurî de hatin îşkencekirin û kuştin. Bayik di sala 1999 an de dîsa li Lolanê bû. Di sala 2006 an de dîsa li Lolanê bû. Geliyê Lolanê ku 32 sala di bin kontrola Cemîl Bayik û partiya wî de bû, niha di bin kontrola dewleta Tirk de ye. Cemîl Bayik li Lolanê binket.

Her wiha Cemîl Bayik û partiya wî ji sala 1988 an vir gelîyê Zapê kontrol dikir. Cemîl Bayik di sala 1997 an de li Zapê di nava PKK ê de dest bi tevgera paqijiyê kir û bi dehan kesên weke Dîlber û Binevş înfaz kirin. Niha Cemîl Bayik nikare bikeve Zapê. Li Zapê hat derxistin.

Cemîl Bayik di sala 1990 î de li Heftanînê kongreya çaremîn û di sala 1995 an de jî kongreya 5 emîn pêk anî. Niha şikeftên ku li Heftanînê kongre lê dihat lidarxistin di destê dewleta Tirk de ye. Cemîl Bayik û partiya wî li Heftanînê jî hat derxistin.

Cemîl Bayik dema ku hevserokê KCK ê bû, bi talîmata wî ciwanên Kurd ên bi navê Şerê Xendekan bi zanîn ku ew ê bên kuştin, mehkûmî mirinê hatin kirin. 11 bajar hatin wêrankirin. Ciwanên birîndar li jêrzemînan hatin şewitandin. Cemîl Bayik û Besê Hozat gotin, “Eger hûn ji bajaran derkevin ew teslîm bûne” hiştin ku ew ciwan rojên xwe yên mirinê bijmêrin.

Hem stratejiya PKK ê ya “şerê gel ê demdirêj û şerê gerîla” û hem jî stratejiya “Parastina Rewa” têk çûye. Ew ne carekê lê du caran têk çû. PKK ev 45 sal in heman têkçûn li ser gelê Kurd ferz dike. Ewan dizanî ku wê ew ciwan hemû bên kuştin lê dîsa jî berê wan didin dijminê dirinde. Ev ne tenê têkçûne heman dem de jî îxanet e.

Li gel vê jî Cemîl Bayik şerm û eyb nake. Hîn jî hewl dide jiyana xwe dirêj bike. Di vê rewşê de jî radibe û dibêje, “PDK xayîn e, Barzanî xayîn e, ajan e.” Bibore Cemîl Bayık, tu hem têkçûyî û hem jî di nava xîyanetê de xwe di gevizînî.

Te di jiyana xwe de yek çalakî nedîtiye, te guleyek jî li çiyayên Kurdistanê neteqandî ye. We bi dehan ciwanên kurd ên wek Mehmet Şener, Nasir (Faruk Bozkurt), Gûlan (Filiz Yerlikaya) fîşek berda serê wan dan û we kuştin. Zarokên kurd bi salane kursî û klozeta (tuwaleta) te li ser pişta xwe li pay te di gêrînin.

Cemîl Bayık niha 68 salî ye. Ew nêzîkî 70 salîyê bû ye. Ewqas xwîna ciwanên Kurdan bi destê te ve zûha bûye loma jî tu binketî. Hîn jî em li bendê ne ku Cemîl Bayik xençerê bigire û li xwe bixe, lê ew hê jî jîyana mirovan di dize û hewl dide temenê xwe dirêj bike.

Têkçûna Cemîl Bayik a li Bakur qey têrê nake, vê carê jî dixwaze bi dizîna jiyana ciwanên ku li Garê û Zapê xistine nava çend tunelan de, jiyana xwe li ser wan dirêj bike.

Cemîl Bayik vê carê ji bo berdewamiya cih û derfetên ewle yên ku Îranê li Silêmaniyê dane wî, hevsar daye deste dewleta Îranê.  Heşda Şeibî li Şengal û Kerkûkê ciwanên Kurd di bin ala Iraqê de bi rêxistin dike. Ciwanên Kurd di bin fermandarîya Îranê re tevger dike.

Cemîl Bayik ji bo temenê xwe dirêj bike dijminatiya Kurdan dike. Dema Hewlêrê dibîne têkçûna wî tê bîra wî û hişên wî li sere wî diçin. Ji bo vê destkefta zêrîn a Kurdan Hewlêrê têk bibe li gel dijminên Kurdan tevdigere. Ciwanên Kurd dike leşkere Ereban.

Cemîl Bayik ê 70 salî heta qirika xwe di nava îxanetê de xetimîye. Vê carê ji bo temenê xwe dirêj bike êrîşa li ser Kurdan ji xwe re weke erk dibîne. Qet şerm jî nake. Daxuyaniyê dide û dibêje, “Em ê êrîşî PDK ê bikin.”

Cemîl Bayık tu fermandarekî têkçûyî yî. Tu fermandar î ku ji bo ku têkçûna xwe bi veşêrî pêşeroja kurdan pêşkêşî Iraq, Îran û  Şamê dikî. Êdî bes e nê tu heta qirika xwe di nava xîyanetê de fetişi yî.

Gelo em çi bikin ku ev tarîtiya te û Partiya te li ser Kurdan sepandî, ku rawestînin? Ma em rabin xencerê bigrin û li xwe bixînin û ji te re bêjin: “Binêr Cemîl Bayik qed naêş e”?

Pustên heman beş