Mamosteyê 71 salî ku rexne li rêveberiya Rojava girtibû, ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin û lingê wî hat şikandin

Mamosteyê 71 salî ku rexne li rêveberiya Rojava girtibû, ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin û lingê wî hat şikandin

Li Rojava pêkanînên dije mirovahî yên li hemberî kesên ku rêveberiyê rexne dikin berdewam dikin. Vê carê mamosteyekî 71 salî ku bihabûna sotemeniyê rexne dikir hat revandin û rastî îşkenceyê hat.

Zêdekirina ji sedî 400 yê nirxê sotemeniyê ji aliyê rêveberiya Rojava ve rastî bertekên mezinên gel hat. Li gelek bajaran xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê belê Rêveberiya Rojava bi gefxwarinên ku dê erzaq li kesên tevlî çalakiyan bûne hêt qut kirin hewl da pêşî li xwepêşandanan bigire. Her wiha bi pêkanînên dije mirovahî hewl hat dayîn kesên ku banga çalakiyê kirin bitirsînin. Yek ji wan mamosteyê bi navê Mûşîd Hemo Biro yê 71 salî bû.

Mûşîd Hemo Biro yê ku li gundê Helince yê Kobanê dijî, di 20 Îlonê de ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hat revandin. Mamosteyê ku di derdorê de bi nav û deng bû, pêşî birin cihekî ne diyar. Rêxistina PKK’ê ya bi navê Ciwanên Şoreşgera ku Mûşîd Hamo revand, jê re got ku ew sûcdare “ji ber ku beşdarî xwepêşandanên dijî bilindbûna nirxa sotemeniyê bûye”.

Piştî ku mamosteyê 71 salî hat revandin, çavên wî girtin û birin cihekî nediyar. Li vir rastî îşkenceyên giran hat. Mamoste di dema îşkenceyê de gelek caran ji hişê xwe çû û lingê wê şikest. Li ser milên wî du şikestinên cuda hene. Piştî ku raya giştî li ser revandinê bihîst û bertek nîşan da, Mûşîd Hemo avêtin kolana El-Eyna kobanê. Ji Mûşîd Hemo û malbata wî re hat gotin ku ger careke din beşdarî çalakiyên bi vî rengî bibe û ji îşkenceya li wî hatiye kirin gilî bike, vê carê dê “zimanê wî jêkin”. Ji malbatê re hat gotin, “Gilî tomar nekin, li virr yên Edalet, nîzama giştî û hiqûqê cîbicî dikin em in.”

Mamoste Mûşîd Hemo Biro bo nexweşxaneya El-Emel ya bajarê Kobanî hat veguhestin.

SOHR ji bo Mûşîd Hemo Biro yê 71 salî banga koalîsyonê dike

Tora mafên mirovan ya Sûriyeyê SOHR bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kir. Di bangewaziya xwe de ji bo hevpeymaniya navdewletî û hêzên piştevaniya HSD’ê, daxwaza lêkolînê li ser binpêkirina Mafên Mirovan kir.

Di daxuyaniya SOHR de bi taybetî bal hat kişandin ser bûyerên Kobanî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “pêvajoyek li derveyî pergala dadwerî û hêzên ewlekariya navxweyî pêk hat. Her wiha pêşî li hevdîtna malbat û parêzeran hat girtin.” hat diyarkirin ku berpirsê vê mijarê HSD’e ye ku di demên dawî de gelek caran bûyerên wiha li Rojava diqewimin.

Kiryarên mafiyayê yên Ciwanên Şoreşger yên dawî

Ciwanên Şoreşger, rêxistina Ciwanên PKK’ê ya li Rojava, pêkhateyeke ku bi tundiya li dijî rexnegirên rojava dike tê naskirin. Di heman demê de ji peydakirina pêwîstiyên şervanên PKK’ê berpirsyare. Pirî caran zarokên di bin 18 salî de ji aliyê vê rêxistinê tên revandin û derbasî kampên leşkirî tên kirin û bi darê zorê tên çekdarkirin.

Di van demên dawîn de bi rêbaza revandina muxalîfan, gef li wan dixwen û bi zorê vîdyoyan çêdikin û wan neçar dikin lêborînê bixwazin.

Ciwanê bi navê Rêber Huseyîn ji ber ku li ser hesabê xweyê medyaya civakî zêdekirina sotemeniyê rexne kiribû û bi nivîsekê bang li gel kir ku nerazîbûna xwe nîşan bide, hate revandin.

Ciwanê ku rastî îşkenceyên giran hat, dema dest û lingên wî hatibûn girêdan neçar ma ku lêborînê bixwaze û vîdeoya wî li ser medyaya civakî hat parvekirin. https://darkamazi.info/archives/1038392

Dîsa li bajarê Kobanê yê Rojava ciwanê bi navê Mendî Mehmûd ji ber ku li ser medyaya civakî nûçeyek derbarê Murat Karaylan de şîrove û rexne kirbû, ji aliyê koma Ciwanên Şoreşger ya PKK’ê ve hat revandin û rastî îşkenceyê hat. Piştre neçar dimîne ku lêborînê bixwaze. Hin ji xizmên Mendî Mehmûd diyar kirin ku Mehmûd bi tecawîza seksî hatiye tehdîtkirin û ji ber vê sedemê jî Mehmûd neçar maye ku lêborînê bixwaze. https://darkamazi.info/archives/1038392

Pustên heman beş