FELSEFE ANGO RÊBAZ!!!

FELSEFE ANGO RÊBAZ!!!

Bûbê Eser

Ji ber perçebûn welatê xwe, em kurd jî ji bona azadiya wî tim di nava tekoşîn û berxwedanê de bûn û ne. Helbet divê ev weha bana û me jî ew kir. Lê ji bona mirov bikaribe tekoşîneke rast li gor bawerî û berjewendiya gelê xwe bide, divê mirov xwedî felsefeyekê ango rêbazekê be. Bê rêbaz zehmete ku mirov azadiya gelê xwe bi dest bixe. Li her çar perçên Kurdistanê ji roja welatê me perçe kirin û heta niha tenê başûrê kurdistanê hatiye azadkirin.

Çima?

Ji ber ku li wir rêbazek hebû ew jî rêbaza Barzaniyê mezin bû.

Heger li hemî perçên Kurdistanê şer û pevçûn, şoreş û berxwedanên dibin û bibin heger li gor vê rêbazê bin, wê rojekê bi serkev e. Ji ber ku ev zêdeyî 100 salan e ku Barazaniyan li gor felsefe ango rêbazekê tekoşîna xwe ya li hember dagirkeran dan û talî em kurd bi saya wê rêbazê bûne xwedî perçekî azad.

Vê azadiyê şevreşa perçên din jî rohnî dike û wê hê jî bike. Çi dema li perçeyên din jî ev rêbaza hate fêm kirin, tekoşîn û berxwedana wan jî li gor vê bê dayîn, aha wê demê em ê kurd li perçên din jî azad bibin.

Ji ber vê girîngiyê min jî xwest û heta ji min bê ez ê li gor zanîn û kanîna xwe li ser vê rêbaza pîroz binivîsînim da ku kurd bizanibin ev çawa felsefe ango rêbaze ku bi tekoşîna xwe ya dûr û dirêj, bi ketin û rabûnê em kirine xwedî perçakî azad ê Kurdistanê.

Dema ku em li dîrokê dinêrin tê dîtin ku ji sala 1900î Barzaniyan li gor bîr û baweriyên xwe yên welatparêzî hêdî hêdî gelê me dikirin xwedî rêbazek ango felsefeyekê.

Felsefa nerîn û ditînek li dinyê ye. Loma jî nerîn û dîtina her miletekî, xwe li gor felsefa xwe, xwe bi rêz û rêxistinî dikin. Li cihanê du felsefe hene ku tim bi hev re di nava şer û pevçûnan de ne. Yek felsefeya serdestan û ya din jî ya bindest ango yên feqîr û welatên ne azadkirî ye. Loma roja ku li dinyê çîn peyd bûye û heta roja îro ev herdu felsefe bi hevre şer dikin ku yek tim dixwaze ya din têk bibe. Bi kurtasî felsefa ev e.

Yanî her mileteke xwediyê xwe û felsefeyekê ye. Loma her gel dibe xwediyê xwe û rêbazekê. Belê heger em felsefê weke kurd û bi kurdî bi nav bikin, li gor min ew dibe rêbaz. Yanî her çîn û gel xwe li gor rêbazekê bi rêz dikin. Miletên bê rêbaz zehmete ku bikaribin jiyana xwe weke milet berdewam bikin. Miletekî bê rêbaz zehmet ku bikaribin zincîrên koleydariyê biqetînin.

Lewra jî dibêjim ku ji roja perçebûna Kurdistanê (1639) û heta azadiya başûrê welatê me, tim di nava şer û pevçûnan de bû ye. Ev şer û pevçûn li perçên ne azadkirî hê jî berdewam e. Hemû serîhildan û berxwedan ji bona azadiya Kurdistanê bû ne. Lewra jî gelê me her xwestiye zincîrên dagirkeran biqetîne lê nikaribû. Çima nikarîbû? Ji ber ku bê rêbaz ango felsefe bûn. Loma zehmet e ku mirov bê rêbaz welatê xwe azad bike.

Lê em dinêrin ku başûrê welatê me di 1991an de hate azadkirin. Gelo çi ferqa vî perçî û yên din heye ku ew hate azadkirin û yên din hîn jî neazadkirî ne. Belê ya girîng ev e û min xwest di vê nivîsa xwe de vê vekim da ku em bi hevre bizanibin ku çima û çawa başûr azad bû?

Ji xwe pirs ji vir destpê dike û divê em jî ji vir dest bi meselê bikin da ku çima heta niha bi tenê başûr hate azad kirin. Mebesta min jî di vê nivîsê de wê ev be. Ji ber ku yê başûr azad kirîye ne kes û şexs in. Yê başûr azad kirîye ne mêr û mêrxwasî ye. Yê başûr azadkirîye ne serîhildan û berxwedan in. Her çiqasî vana hemû rola wan hebûn û erkekî baş pêk anîne. Ji xwe ji bê wan ne tekoşîn tê dayîn û ne jî welat têne azadkirin. Lê ya asasî û sereke ew e ku başûr li gor rê û rêbazekê, ango felsefeyekê û serokekî neteweyî hate azadkirin.

Yê Kurdistan azad kir di eslê xwe de ew rêbaz û ew serokatî bû. Ya ku divê em li ser rawestin ev e. Ya ku divê em lêkolînan li ser bikin ev e. Ya ku zora dijminê xwînmij, qatîl û zordaran biriye ev e. Ev çi ye? Ev çi hêz e? Ev çi qudrete ku başûrê welatê me ji nava ewqas dijmin û xêrnexwazan azad kir? Belê ev ji ber hêza wî serok û rêbaza ku wî ji bona gelê xwe xulaqandibû ku welatê me pê hate azad kirin. Ew jî rêbaza Barzaniyê nemir ango felsefaya wî bû ku îro em kurd bi saya wê li cihanê xwedî welatekî azad û demokratîk in. Qehremaniya pêşmergeyan ji ber wê rêbazê bû. Hevgirtina gel ji ber wê pêk dihat. Ew bawerî bû, ew hêz bû, ew hebûn bû ku gel jî xwe li gor wê bi rêz kir, qehramanî kir. Ji ber ku pêşmêgeyên qehraman ji wê rêbazê bawer dikirin loma jî ji bilî azadiya welêt tu tiştekî din nedifikirîn.

Dema ku em li dîrokê dinêrin tê dîtin ku ji sala 1900î Barzaniyan li gor bîr û baweriyên xwe yên welatparêzî hêdî hêdî gelê me dikirin xwedî rêbazekê ango felsefeyekê. Barzaniyan di hemû tekoşîna ji bona azadiya gelê xwe de rêbazek li gor tecrubeyên bav û bapîrên xwe ji bona me kurdan hêdî hêdî dixuliqandin. Vê rêbazê gav bi gav di jiyanê de cihê xwe girt ta ku xwe gihişt Barzaniyê nemir. Lê wî jî ew rêbaza ku di jiyanê de pêk dihat hêdî hêdî kir rêbaz ango felsefe û pêşkêşî gelê xwe kir. Aha yê em kirin xwedî welatekî azad ev rêbaz e. Ev felsefe ye ku divê em kurd wê baş binasin, wê bizanibin û bidin zanîn. Em bidin zanîn ku dema em kurd bûne xwedî rêbazekê, perçeyekî welatê me jî xwe li gor wê bi rêz kir, bi rêxistinî kir û xwe ji bin zordariya dagirkeran azad kir.

Divê em jî bîr nekin ku her welatek xwediyê xwe û rêbazekê û serokekî neteweyî ne. Loma divê em kurd jî weke welatên cihanê bijîn. Ji ber ku em jî xwedî rêbaz û serokekî neteweyî ne. Lê em kurd bi awayekî gelemperî vê rêbazê baş nasnakin. Her çiqasî em Barzaniyê nemir weke serokekî neteweyî dizanin û nas dikin jî divê em felsefeya wî ango rêbaza wî bêtir binasin û wê bidin nasîn. Divê em bi çûk û zarokên xwe bi vê rêbazê mezin bikin da ku ew jî bi rûhiyeteke neteweyî bi bîr û baweriyeke welathêzî bikaribin xwedî li welatê xwe derkevin. Em xwedî rêbazekê ne û pêwîst e ku hemî kurd vê rêbazê baş binasin. Bi nasandina wê, welatê me ê azad wê bêtir berbi demokrasiyê û yên ne azadkirî jî wê berbi azadiyê de herin.

Têbinî:

Ez ê ji niha û pêde heftê carekê li ser vê rêbaza pîroz û tekoşîna Barzaniyan binivîsînim da ku em vê rêbazê û tekoşîna Barzaniyan baş nas bikin û bizanibin. Miletê dîroka xwe nizanibin zehmete ku bikaribin xwe azad bikin. Dîroka Barzaniyan jî perçmekî ji dîroka Kurdistanê ye. Loma pêwîstiya ku divê kurd vê dîrokê baş nas bikin û vê rêbazê fêr bibin heye…

Pustên heman beş