Teqînek li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê rû da û li gorî zanyariyên destpêkê, kesek birîndar bûye.
Îro danê sibê li ber avahiya Wezareta Navxwe ya li Enqerê teqînek rû da. Medyaya Tirkiyê jî ragihand, kesek birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, li cihê bûyerê dengê çekên giran hatiye bihîstin û hejmareke mezin ya hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê hatine bicihkirin.
Ji ber bûyerê rêyên sereke yên ber bi Wezareta Navxwe û Parlamentoya Tirkiyê diçin, hatin girtin.
Heta niha Wezareta navxwe û saziyên pêwendîdar derbarê vê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî nedan.