Wezîrê navxwe yê Tirkiyê: Du terorîstan êrîşa li Enqerê encam da ne

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna ku îro li ber avahîya wezareta navxwe ya Tirkiyê li Enqerê pêkhatî daxuyanî da û got ku ev êrîş terorîstî bû.

Elî Yerlîkaya wezîrê navxwe yê Tirkiyê îro roja yekşemî 1\10\2023an derbarê êrîşa li Enqerê daxuyanî da û got: Îro danê sibê li navçeya Çanakaya li navenda bajarê Enqerê yê paytextê Tirkiyê, teqînek pêkhat û piştire dengê teqê hat bihîstin.

Wezîrê navxwe aşker kir, saet 9:30 Du terorîstan bi otomobîlekê hatibûn ber avahiyê birêvebrîya giştî ya asayîşê ya wezareta navxwe û bi bombê êrîş kirin.

Destinîşan kir, yêk ji terorîstan xwe teqandiye û terorîstê duyemîn jî hatiye kuştin.

Wezîrê navxwe yê Tirkiyê ragihand ku di dema teqekirinê de du efserên polîsan bi sivkî birîndar bûne û amaje kir ku hewlên wan ji bo kontrolkirina rewşê dewam dikin.

Pustên heman beş