Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKK’ê yê çekdarî ye, li ser teqîna li Enqereyê daxuyaniyek da û berpirsiyariya êrîşê li xwe girt.
Îro danê sibê li Tirkiyê li ber avahiya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di encama êrişeke xwekujî de 2 polîs birîndar bûn. HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.
Li gorî daxuyaniya HPGê “Rojhat Zîlan” û “Erdal Şahîn” ev êriş pêk anîne.
Herwiha hat ragihandin ku ev êriş ji bo “Axîn Mûş”ê hatiye kirin. Hulya Demîrera bi nasnavê “Axîn Mûş”, li Amedê canê xwe ji dest dabû.
Ji aliyê xwe ve wezîrê navxwe Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de li ser tora xwe ya civakî X (Twitter a berê) ragihand, îro danê sibê roja yekşemî 1ê Cotmeha 2023, demjimêr 09:30, 2 terorîst bi wesayîteke bazirganiyê hatin ber deriyê midûryeta giştî ya ewlehiyê û êrîşa terorîstî ya girêdayî wezareta karên hundir pêk anî.”
Her weha ragihand, “yek ji terorîstan xwe teqand û yek jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin.” amaje bi vê yekê jî kir ku “di bûyerê de 2 polîs bi sivikî birîndar bûne”.