Diyar Dêrsim, tûtiyê Evdila û PKK’ê ye ne hunermendekî wilatparêz

Beşa duyemîn: Şoreş çîye û Şoreşger kîye? Kî temsîla xeta xîyanetê dike?

Simko Ebdulezîzî

Beşa duyemîn: Şoreş çîye û Şoreşger kîye? Kî temsîla xeta xîyanetê dike?

Diyarê nediyar, hêvî dikim paş hefteyek li ser kiras çêkirina te bi dawî hatî û te xwe tafîl kirî û hatiye ser hişê xwe, ger te hiş hebe û ew qewana te tomarkirî liser şoreş û xîyanetê ji kar ketibe, dixwazim ji te re bas li şoreş û xîyanetê bikim û bi te bidim zanîn şoreş çiye, şoreşger kîye û xîyanetkar kî ye.

Berî her tiştekî divê bizanibî ku şoreş û xîyanet ne kargeh û dûrîngeheke ku li gor hez û vîyana xwe bikî kiras û bikî ber kesê beranberî xwe, belku şoreş û xîyanet du têgehên hizrî û felsefî ne.

Hin curê şoreşê hene, mîna şoreşa siyasî û şoreşa çandinîyê û şoreşa millî û şoreşa spî û şoreşa çekdarî û şoreşa hevdij û şoreşa teknolojîyê û hwd…

Ez bawerim mebesta te bi şoreşê zêdetir girêdayî şoreşa siyasî û çekdarî ye.

Li gor têgehên hizrî û felsefî hin pênase ji boy her du şoreşa hatîne kirin, lê di encam de gihiştine vê pênasa xwarê:

Şoreşên siyasî: ew şoreşin yên guherînên bineretî di warî siyasî û civakî de dirust dikin, û ji aliyê partîyeke siyasî yan milletekêve tên encam dayîn di nava wilatekî de.

Şoreşên çekdarî: ew şoreşin yên tê de partîyek yan texek çek bikar tîne wek alavek ji boy guherînê.

Diyarê nediyar hez dikim ez û tu bi hevre van pênasa bikîn pêver ji boy her du partîyan “PDK’ê û PKK’ê” û bizanîn ka kîjan partiyê bi awayek piraktîk şoreş kiriye û kîjan partiyê jî şoreş kiriye qaçik û rojane di devê xwe de bêy ti encamek dicu.

PKK’e:

1/ Diruşmê dewleta Kurdistana mezin belav kir û bi hezaran şehîd û birîndar û zindaniyên siyasî dane, di encam de ji dewleta mezin a Kurdistanê dabezî demokrasî kirina Tirkiyê.

2/ Yek ji stonên her wilat û milletekî girêdayî saxkirin û geşekirina zimanê wî ye, lê îro beşa here zor a kurdên Bakurê Kurdistanê ku navenda xebata PKK’ê ye bi zimanê Tirkî di axvin, heya wî rade ku piraniya gerîlayan di nêvbera xwe de bi zimanê dujmin di axvin û hîn nebûna zimanê dujmin di nava PKK’ê de weke paşverûyî tê hesibandin.

3/ Piraniya çiya û deşt û dolên Bakurê Kurdistanê di bin destê gerîla de bûn, lê îro hêza siyasî ya PKK’ê ew cî tev radestî dujminî kirîne û sîmayê gerîla ji berxwedan û xwe ragiriyê guhertiye û kiriye hêzeke revok û li başûr rawestandîne û bûyne belaya serê Başûrê Kurdistanê.

4/ Her hêzeke çekdarî ya neteweyî hemû hewla dide ku mirovên netewa xwe li derdora xwe kom bike, lê PKK’ê yekem fîşek li dijî netewa xwe bikar anî û tev hêzên siyasî yên kurd li bakur bi rêya çekên xwe tasfiye kirin.

Çendîn xalên din jî hene, lê ev bi tenê besin.

Partiya Demokrata Kurdistanê:

1/ Partiya Demokrata Kurdistanê diruşma otonomî bilind kir û şoreşa Îlonê encam da û otonomî bi dest xist, pişt re diruşma federaliyê bilind kir û şoreşa Golanê encam da û serhildan kir û fîdraliyet bi dest xist.

2/ PDK’ê siyaseta destpêkê ziman pişt re erd kir diruşma xwe, îro yek kurd li başûr tune ku bi zimanê erebî bipeyve û kurdî nezanibe û tev kesên di dibistan, lîse û zanîngeha de dixwîinin û tev kesên di saziyên hikûmî de kar dikin  û hwd… Bi zimanê kurdî di axvin û dixwînin û di nivêsin.

3/ PDK’ê bi rêya pêşmergeyên leheng di şoreşa Îlonê de tev çîya û dolên Kurdistanê ji dest dujmin rizgar kirin. Dîsan di şoreşa Golanê de bi hevkariya hin partiyên Kurdistanî carek din berxwedan kir, rejêma Îraqê çeka kîmyewî jî bikar anî, lê pêşmergeyên leheng başûrê Kurdistanê çûl nekir û berxwedan kir, heya ku serhildana Adarê encam day û Başûrê Kurdistanê rizgar kirî, anku navê pêşmerge li cîhanê deng veda û bû sembola qaremanî û berxwedanê.

4/ Di Şoreşa Îlonê de, PDK’e karî tev tex û çînên Kurdistanê di nava şoreşê de hembêz bike.

Dîsan di şoreşa Golanê de, hin partiyên din li Kurdistanê peyda bûn ku li dijî PDK’ê jî bûn, lê PDK karî wê dijatiyê bike biratî û di encam de Bereyê Kurdistanî damezrîne û bi hev re xebat kir heya ku hikûmetek kurdî damezrandî.

Evca diyarê nediyar, kê şoreş kiriye, kî şoreşger e û kê jî ji boy tasek şorbayê îxanet kiriye û kurd li her çar parçeyan mehkûmî dewletên serdest kirine?

Xeta xîyanetê ew xete ya ku xwîna ciwanên kurd ji boy demokratîk kirina Tirkiyê dirjîne û li Îraqê bi heşda Şebî re, li Îranê bi supayê pasdaran re û li Sûriyê jî bi rejêma Beşar Esed re tev digere û ji Tirkiyê re jî bûye pirek ji boy derbasbûna artêşa wê ji bo Kurdistana Azad û dagîrkirina wê.

Tu bi gotinên xwe yên bêy buha nikarî rûyê reş ê PKK’ê ku temsîla xeta xîyanetê li tev Kurdistanê dike biveşêrî, rûyê PKK’ê ew qas reş e ku ne bi te, bi sedan kesên mîna te jî nayê şûştin.

Pustên heman beş