20 bergûmanên PKKê li Stenbolê û Kirklareliyê hatin desteserkirin

istanbul pkk

Piştî teqîna li Enqerê, 20 bergûmanên PKKê li Stenbolê û Kirklareliyê hatin desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniyekê de ragihand, li Stenbolê û Kirklareliyê li dijî PKKê operasyon hatiye kirin û hêzên ewlehiyê avêtine ser 26 mal û avahiyan, di encamê de jî, 20 kes hatine desteserkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê diyar kir ku, di nava desteserkiriyan de endam û berpirsên HDPê jî hene.

Duh danê sibê, êrîşeke bombeyî li dijî Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya ser bi Wezareta Navxwe li Enqerê hatibû kirin û di encamê de du polîs jî birîndar bûbûn û du çekdar hatibûn kuştin.

Piştî êrîşê jî, Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel ya ser bi PKKê ve, berpirsyartiya xwe li hember êrişa li Enqerê ragihandibû.

Pustên heman beş