PKKê nasnameya encamderên teqîna Enqerê aşkere kirin

ankara explosion-pkk-net

Rêxistina PKKê îro nasnameya du çekdarên xwe yên ku teqîna li himberî baregeha wezareta navxwe a Tirkiyê encam dayî aşkere kir û got ku armanc ji wê çalakiyê hişyarkirin bû.

Rêxistina PKKê îro roja sêşemî 3/10/2023 nasnameya encamderên teqîna ku du rojan berê li himberî baregeha wezareta navxwe ya Tirkiyê pêkhatî aşkere kir û ragihand ku ew çalakî ji hêla çekdarên wan yên bi navê Ozkan Şahîn bi navê kod Rojhat Zîlan û Hesen Ogoz bi navê kod Erdal Şahîn ve hatbû kirin.

Roja yekşemî 1/10/2023 li danê sibê teqînek li nêzî baregeha wezareta navxwe ya Tirkiyê pêkhat, piştre PKKê berpirsyarîya teqînê hilda serê xwe, di vê teqînê de du çekdarên PKKê hatine kuştin û du efserên polîsan birîndar bûn.

PKKê aşkere kir ku ev çalakî ji boy hişyarkirinê bû û gihîşt armancê û her wiha dibêje Tirkiye hejmara wendahîyan veşartî ye.

Pustên heman beş