Di encama teqîna berî du rojan ya ku PKKê ji boy hişyarkirinê li Enqerê encam day, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê li 18 parêzgehan 90 kes desteser kirin.
Bi biryara serdozgerya komarê ya rihayê, li 18 parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê operasyon hat destpêkirin, ev operasyon piştî teqîna li Enqerê tê ya ku PKKê ragihandî ku ji boy hişyarkirinê encam daye û bo sedema desteser kirina 90 kesan.
Ev operasyon li bajarên Amed, Mêrdîn, Dîlok, Êlih, Şirnex ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Stenbol, Antalya, Edene, Bursa, Mêrsîn, Denîzlî, Konya, Qeyserî, Isparta, Balikesîr, Kocaelî û Amasyayê yên Tirkiyeyê hat kirin û navenda vê “operasyonê” Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku operasyonên îro yên “li dijî PKKyê” bi beşdariya 13 hezar û 440 hêzên ewlehiyê berdewan dikin.