Li Tehranê bûyereke din a wek Jîna Emînî li hember keçeke kurd hate kirin

Li Tehranê bûyereke din a wek Jîna Emînî li hember keçeke kurd hate kirin

Rêxistna Mafê Mirovan ya Hengaw Ragehand, keçeke din a kurd li bajarê Tehrana paytexta Îranê, ji ber lêçek û serê xwe girê nedaye ji aliyê polîsê exlaqa Îranê ve hatiye lêdan û êşkence kirin û ji ber wê jî di komayê deye, lê kesûkarên wê keçê behsa tiştekî din dikin.

Rêxistina Mafê Mirovan ya Hengaw ragehand, di çend rojên borî de keçeke temen 16 salî ya bi navê Armîta Gerrawenda xelkê Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanêye û rûniştvana Tehranêye, dema ku xwestiye bi metroyê biçe bo dibistanê, di nav metroya Şûhedaya Tehranê de bi bahaneya li berçav negirtina pîvanê serê xwe girêdanê, ji aliyê polîsê exlaqê bajar ve li wê dane û niha ji ber wê lêdanê li nexwaşxaneyekî bajar di komayê deye.

Rojnamegera ku xwest biçe nexweşxaneyê hat binçavkirin

Hate gotin ku jina ciwan li nexweşxaneya Fecra Tehranê di bin ewlehiyên tund de tê dermankirin û “heya niha destûr nayê dayîn malbata wê jî hevdîtnê bike.” rojnameger Meryem Lotfî ji rojnameya Şerq piştî bûyerê xwest biçe nexweşxaneyê, lê yekser hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku ew paşê serbest hatiye berdan.

Di dema ku li ser medyaya civakî ev bûyer bû cihê nîqaşên tund, hinekan îdîa kirin ku di Vîdyoya bûyerê de tê dîtin ku jina ciwan ji aliyê polîsên jin ve bi serê xwe ve hatye avêtin bo nava metroyê.

Lê ji aliyê din ve çapemeniya nêzîkî hikûmeta Îranê ragehand, Armîta ji ber nexwarina taştê fişara xwîna wê daketiye û ji ber wê jî li ser heş çûye û ti pêwendiyekî xwe bi polîsê exlaq ve tine û gelek vîdeoyên di dema swarbûna metroyê û anîna wêya xwarê ji metroyê hatin belav kirin.

Herwiha çapemeniya Îranê Vîdyoya Dayîk û Bavê wê keçê belav kirin ku dibêjin keça wan ji ber fişara xwîna wê daketiye wisa lêhatiye, lê li gor Hengaw û hin çalakvanên Rojhilatê Kurdistanê behis dikin ew Dayîk û Bav di bin fişarê de bûne dema ku ew vîdeo hatine tomar kirin û ew axaftin kirine.

Di torên civakî de ev bûyer li dû xwe gelek behis û şirove li ser tê kirin û gelek kes jî dibêjin çîroka wê jî weka Jîna Emînîye û heman bûyer dubare bûye.

Pustên heman beş