Bûyera Hemdaniyê û çend gotinek

Bûyera Hemdaniyê û çend gotinek

Şeva 26ê îlona 2023an li navçeya Hemdaniyê ya ser bi parêzgeha Neynewayê ve di holeke şahîyan de şewat derket, ev şewat bû sedem şahî bibe şîn û pêtrî 113 kesan canê xwe ji dest bidin û pitirî 200 kes jî birîndar bibin, bûk û zave jî weke du miriyên zindî mane û roj naçe kabosa wê şewatê xewa şevê li wan neverevîne.

Ev bûyer di nava Îraqê de bû sedema bertekên tund û her di demên destpêkê de daxwaza cezakirina kesên kêmtir xem hate kirin, rojnamevanan hewl da sedemên şewatê rûnî bikin û ji gel re eşkere bikin ev şewat çewa rû da û kî kêmtir xem bûye ku karesateke bi vî awa rû bide, hejmarek ji van rojnamevanan xwediyê vê holê ku kesekî nêzî Rayan Kildanî ye sûçbar kir û ragihandin hola şahîyan bi awayekî neqanûnî û dûr ji şert û mercên pêwîst hatiye avakirin, loma ev şewat bû sedema karesateke bi vî awa mezin.

Xwediyê vê hola şahîyan kî ye?

Xwediyê salona Haysam ya navçeya Hemdaniyê ji koma Rayan Kildanî ya bi navê Babilyone û vî kesî guh nedaye talîmatên berevaniya sivîl û salon li ser zevîyeke çandinîyê bi awayek neqanûnî çêkiriye. Li gor agahiyan, du bra xwediyên salonê ne, bi navên Samir û John Nîpo, her du bira sermayedarin û ser bi grûpa Rayan Kildanîya Babilyonin, ku beşek ji milîsên Heşdî Şebî ne.

Rojnamevan û aktivîstên Îraqî ragihandin piştgîriya Rayan Kildanî ji van her du sermayedaran re bûye sedem ku beriya bûyerê ti tedbîr li dijî salonê nehên girtin, piştî bûyerê yekser berevaniya sivîla Neynewayê eşkere kir ku hola (Haysam) li Hemdaniyê bi madeyeke ku zû agir digre hatiye pêçandin ku li dijî rêwerzên ewlehiyêye. Her weha hat ragihandin “li gorî qanûna parastina sivîl beriya niha salon sewqî dadgehê hatibû kirin. Ji ber ku ne pergala alarmê û ne jî vemrandina agir hebû.”

Rayan Kildanî serkirdeyê milîsên Ketîbeya Babîlyon e, ku girêdayî komên Heşdî Şebî yên li rojhilatê deşta Neynewaye û hemû deverên Xiristiyanan li herêmê kontrol dike.

Parêzgerê Mûslê rayan Kildanî sûçbar kir

Piştî vê bûyerê Necim Cibûrî, parêzgarê Neynewayê daxuyaniyek da medyayê û bi tundî êrîşî ser Rayan Kildanî kir, parêzgerê Mûslê ragihand, rewşa Hemdaniyê pirr asayî bû û ti prisgirêk tunebûn, lê belê Rayan Kildanî û Eswan Kildanî lîwaya 50 ya Heşdî Şebî anîn Hemdaniyê û Tilkêfê, parêzgerê Neynewayê diyar kir, hêza lîwaya 50 ya Heşdî Şebî bi tenê heqaretê bi welatîyên Hemdanîyê dikin û daxwaz ji heşdê kir hêzên Rayan Kildanî ji Hemdaniyê der bikin.

Parêzgerê Neynewayê got, Rayan Kildanî û Eswan Kildanî bizavan dikin ji boy ku destwerdanê di karobarên îdarî yên Neynewa de bikin û kesên wan bivên di nava saziyên hikûmî de danin. Ev gotinên parêzgarê Mûslê besin ku mirov bizanibe Rayan Kildanî û milîsên ser bi wî ve li Mûslê çi dikin û berpirsyarê sereke ji karesata Hemdaniyê Rayan û Milîsên ser bi wî ve ne ku rê nadin qanûn were cîbicîkirin.

Patriyakê Dêra Katolîka Kildaniyana li Îraq û cîhanê jî nerasterast Rayan Kildanî sûçbar kir

Tevî ku şêwirmendê wezîrê navxweyê Îraqê Lîwa Kazim Selman Burhan di konferanseke rojnamevanî de diyar kir, ji lêkolînan diyar bû ku bûyer ji ber yariyên agirî derketiye, li belê kardînal Louis Sacco Patiryakê Dêra Katolîka Kildaniyana li Îraq û cîhanê îdîa kir ku şewata li Hamdaniyeyê ne ji ber yariyên agirîn pêk hatiye û daxwaz kir ev bûyer bi siyasetê re neyê tevlîhevkirin û kesê li pişt vê bûyerê bi tundî were cezakirin.

Kardînal Louis Sacco di daxuyaniya xweya li ser malpera fermî ya Dêra Katolîka Kildaniyan de wiha got: “kesê li pişt bûyera Hemdaniyeyê ji bo mijarekê wijdan û exlaqê xwe firot. Tevî ku berya niha gelek merasîm û çalakî li vê salonê hatibûn lidarxistin, lê çima bûyerek wisa pêk nehat?”

Rayan Kildanî di şeva karesatê de li ku bû?

Tevî vê karesata mezin ya bi serê Xiristiyanan hatî, di demekî de ku ew bi xwe jî Xiristiyane û xwe bi serkirdeyekî Xiristiyana dide naskirin, lê belê di şeva vê karesata mezin û dil bi êş de, Rayan Kildanî li bajarê Silêmaniyê beşdarî kongreya YNK’ê bû û bi keyf û xweşî li tenşit Bafil Talebanî rûniştibû û dikenî, ev jî bû sedem ku pêtir şik û goman li cem Xiristiyanan peyda bibe û dilê wan pêtir jan bike. Ev reftara Rayan Kildanî di demekê de bû ku Îraq û Herêma Kurdistanê ji bo karesata Hemdaniyê şîna giştî ragihandibû.

Xiristiyanên Hemdaniyê û bi taybetî kesên ku ezîzên xwe ji dest dayî ev reftara dûr ji exlaq ya Rayan Kildanî bi çavê serê xwe dît, loma rê nedan ne Rayan Kildanî û ne jî wezîra koç û koçberên Îraqê ku keseka nêzî Rayan Kildanîye beşdarî şîna wan bibe, dema wezîra koç û koçberan Îvan Fayeq xwestî beşdarî şînê bibe endamên malbatên ezîzên xwe ji dest dayî nehiştin ew beşdarî merasîma şînê bibe û ew li wir qewitand.

Pustên heman beş