Divê Kurd li ser çalakiya PKK’ê ya li Enqereyê çi bibêjin?

Divê Kurd li ser çalakiya PKK’ê ya li Enqereyê çi bibêjin?

Encamên çalakiya ku di 1’ê Îlonê de li Enqereyê pêkhatî ji bo Kurdan girîng e û divê bi berfirehî were nîqaşkirin. Lê PKK, hem di medyayê de û hem jî di torên civakî de, her kesê ku çalakiyê analîz û rexne dike, yek bi yek dike armanç û bi gotinên klîşe yên wekî “we çi kiriye, hûn li mala xwe rûniştine, ev fedaîne ji bo mirinê” êrişî wan dike.

Rexne kirina çalakiyê weke heqaret li çalakvana kirin û layingirîya dewleta Tirk tê dîtin. Lê berevajî vê, rexne kirina çalakiyê ji bo rizgarkirina jiyana van kesên di çalakiyan de jîyana xwe ji dest didin pir ehlaqî ye. çek bikar anîna PKK’ê êdî pirr bê wate bûye û qed ne hewceye ku tilîya yek ciwanê Kurd xwîn bibe. Divê Kurd êdî pêşîya vî şerê bê wate ê PKK’ê bigire. Divê çalakiya Enqereyê bibe xala veguherînê.

Divê çeka PKK’ê ya “Mirina Pîroz-Şehîd” ji dest bêgirtin

Divê beriya her tiştî Kurd çeka “mirina pîroz-şehîd” ji destê PKK’ê bistînin. PKK bi salaye li ser xwîna ciwanên Kurd xwe serwer kirîye û rêgirîyê ji rexneyên gel dike. Ew bi vê yekê girseya xwe motîve dike. Tişta ku niha PKK ji me dixwaze ewe ku em rabin ser piyan û wêneyên her du ciwanên ku çalakiya Enqereyê li dar xistine bilind bikin û  dirûşma biqîrin. Her wiha dixwaze bi nişana serkeftinê em li ser koçe û kolana bêjîn “Şehît namirin” Lê belê 2 ciwana di vê çalakîyê de jîyana xwe ji dest da. Bi rastî ew ber bi rêyeke wisa ya mirinê ve hatine kaşkirin ku niha çalakîya wan jî cihê gumanê ye. Nediyare ku wan bi xwe xwe teqandine yan ji dur ve hatine teqandin, wan çalakî kir yan jî çalakiyek li dijî wan bi wan hate kirin?

Di çalakiya Enqereyê de PKK çi bêje bila bêje lê tu leşker-Polîsên Tirk nemirin e. Tenê du polîs birîndar bûn. Yanî ev her du ciwan tenê ji bo ku du polîs birîndar bikin jîyana xwe ji dest da? Yanî van her du çalakvana baytarek kûşt û du polis jî birîndar kirin? Ji Qeyseriyê hatin Enqereyê, ma kesî ferq ne kir? Bextê we kim ji me hêvî nekin ku em ji vê derewa we bawer bikin.

 Ev ciwan bûne qurbana lîstikekê. Ew hatin xapandin. Ew di nav sîstemeke bê exlaq ya bi navê “tabûra nemiran” weke robota tenê ji bo mirinê hatine amade kirin, ne ji bo jîyanê. Ji despêka derketina PKK’ê heya îro ev 5 nivşê ciwana bûn qûrbanîyê vê leysîtika PKK’ê ev du ciwan jî ketin rêza wan.

PKK dixwaze qedera çepê tirkan li ser kurdan bisepîne

PKK’ê herî dawî di 28’ê Cotmeha sala borî de bi 2 endamên Tabûra Nemira li Mêrsînê çalakiyek lidar xistibû. Dîsa di çalakiyê de tu kes nemirîbû. Li ser wê çalakiyê jî pirr guman hebûn. Û li ser siyaseta Tirkiyeyê tu bandorekî erênî çênekirbû. Jiber vê yekê wisa xuya ye ku 25 milyon xelkê Bakurê Kurdistanê wê salekê rûnin û li benda êrîşa fadaî ya PKKê bin. Dûre jî wê dirûşma biqîrin, helbestan, stranan, û vîdeoyan çêbikin û ji her kesî re bibêje bêdeng bin, ew ji bo me dimirin.  Ev ew şerê mezine ku PKK jêre dibêje “Stratejiya Parastina Rewa”? Gelo çalakî dê kîjan pirsgirêka kurdan çareser bike? Me dev ji serxwebûnê berda, lê wê çi pirsgirêk çareser bibe, weke çanda Kurdî, siyaset, mafê xwe rêveberiyê wê çareser bike. Nikare tu pirsgirêkê çareser bike. Bi mirina ciwanan tu pirsgirêkan çareser nabin tenê pirsgirêk kûr dibin

Ev şêwaz şêwaza çepê tirke. Çepên tirk tevî hemû marjînaliya xwe 50 sal in ciwanan bo mirinê peyda dikin. Kurdên Dêrsim, Meletî yan jî ciwanên ji çîna karkerên bin destên Tirkiyeyê li vir û wir di dema grevên birçîbûnê de tên kuştin. Ma ev yek civaka Tirkiyeyê rizgar dike? Nexêr. Berevajî vê, çepê tirk di destên dewletê de bûye gopal, kengê bixwaze dide berxwe û li serê Kurdan dixe.

Bi çekên di destê PKK’ê de kî/kê sûdmend dibe?

Di şer de prensîbek heye, tê gotin: “Eger tu çeka di destê xwe de baş bi kar neynî û nikaribî dijmin bin xînî, ew çek êdî felakete, çeka di destê te de êdî ji aliyê dijminê te ve tê birêvebirin.” Çeka di destê PKK’ê de êdî xizmeta Kurdan nake, li dijî Kurdan tê bikar anîn. PKK niha veguheriye tevgerekê ku tenê dema dewleta Tirk pêwîstî pêbe û bipejirîne yek-du çalakiyan dike. PKK niha hêzeke paramîlîter e.

Gelê Bakurê Kurdistanê çi dîndar, çi rast û çi çep, di salên 90’î de piştgirî da şerê PKK’ê. Xwîn da, jiyana xwe ji dest da, bû milîs, ket zindanê, sirgûn bû, gundên wî hatin şewitandin, koçber bû. Gelê Bakurê Kurdistanê ji bo PKK’ê çi ji destê wan hat kirin. Şerê PKK’ê yê salên 1990 î ne karê Ocalan û jîrîya serokên PKK’ê bû, bi bawerî û pêwîstîya kurdên Bakur ji serxwebûn û azadiyê pêş ket. Lê piştî sala 2000, PKK’ê ev destkeftên gel hê bêtir bê pîvan firotin.

Dewletê ji Ocalan re got “Gerîlla ji bakur vekişe” û gerîla vekişiya. Dewletê di sala 2004’an de ji PKK’ê re got “şer bidin destpêkirin” û şer dest pê kir. Di piraniya çalakiyên ku ji sala 2000 heta îro ji aliyê PKK’ê ve hatine kirin de guman heye û hemû jî di xizmeta dewleta Tirk de ne. Bûyera Farqînê ya 14 ê Tîrmeha 2011’an û bûyera Ceylan pinarê ya 22 ê Tîrmeha 2015’an tenê çend ji van kiryarên PKK’ê yên bi şik û guman in.

Êdî çeka PKK’ê ji bo dewleta Tirk bûye ava jîyanê. Ji bo Kurdan jî bûye amûrekî teslîm girtin û îtaat kirine. PKK bi qasî ku hikûmeta Herêma Kurdistanê tehdîd dike gefan li dewleta Tirk nake. PKK bi qasî ku rê li ber pêşketina aborî, siyasî û dîplomatîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê digire, rê li pêşiya hatina dewleta Tirk an jî pêkhateyên din ên kolonyalîst nagire. Di demekê de Mûrat Qarayilan gef li pêşmergeyan xwaribû û gotibû, “Ez naxwazim talîma tê bidim fîdaîyan ku biçin pêşmerga bikujin.”

PKK nikare têkçûna şerê gerîla bi çalakîyên xwekujî ve nixumîne

Niha rastiyek heye ku divê bê qebûlkirin. Dema Ocalan çû Tirkiyeyê teoriya Şerê Gerîla ya PKK’ê têkçû. Bi navê Stratejiya Xweparastinê jî piştî şerê xendekan li Bakurê Kurdistanê têk çû. Tişta ku PKK’ê di van salên dawî de kir, veşartina têkçûna xwe ye. Dixwazin bi sûcdarkirina PDKê, raya giştî û her kesî ji vê têkçûnê ji ser xwe bavêje. Tişta ku di van salên dawî de PKK dike tenê bi lîstikên sanal ve gel dixapîne. weke PKK dibêje çi berxwedan û şer nîne û kesê jî rêgirî li PKK’ê nekirîye ku şerê Tirkan bike. PKK hewl dide vê şikestinê nixumîne.

Endamên PKK’ê jî di nîqaşên di navbera xwe de qebûl dikin ku şerê gerîla îflas kirîye. Tenê şervanên ne baliq yên li ser medyaya civakî bi virên PKK’ê bawer dike. Randxwerên PKK’ê jî naxwazIN ev bazara PKK’ê ji dest wan derkeve lomajî Ciwanan îstîsmar dikin, berêwan didin rêya mirinê. Yekane destkefta çalakiya bi guman a li Enqereyê ewe ku PKK ji layengirê xwe re bêje, “Binêrin, em hene, em dikarin hîn çalakiyan bikin.”

Rewşenbîrên kurd divê mêrxas bin, dev ji pesindayîna mirinê berdin, bi zelalî vî şêwazê çalakîyên PKK’ê rexne bikin. Divê bi zelalî bê gotin ku şerê PKK’ê dê siberojeke azad ji bo Kurdan ava nake berûvajî roja Kurdan tarî dike. Divê Kurd êdî li hemberî tundîya PKK’ê ya ku bûye amûreke di destê nokeran de bi dildarî rawestin û xwe ji vê ziviroka mirinê rizgar bikin.

Pustên heman beş