PKK li Bakur û Tirkiyê têk çû, dixwaze şer bikşîne Başûrê Kurdistanê; Gare û Germiyan

PKK li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê binket. Li herêmên rizgarkirî yên salên 1990 î, ku biryargehên leşkerî yên PKK ê lê hebûn êdî dengê fişek û gerîlayan nayê. PKK ê piştî ku hemû Tirkiye û Bakurê Kurdistanê radestî dewleta Tirk kir, niha jî dixwaze çiya û bajarên Herêma Kurdistanê bike qadên şer.

Rêveberên PKK ê her roj derdikevin televîzyonan û dibêjin “Pêşmerge nahêle, PDK destûrê nade” em  dewleta Tirk têk bibin. Dixwaze têkçûn û tasfiyeya li Bakurê Kurdistanê jîyayî li ser axa Başûrê Kurdistanê jî bisepîne.

Şerê PKK ê êdî ne li Amedê ye, li Amedîyê û li Akrê ye.

Botan ku PKK jê re digot dilê şer, niha bûye navenda geştiyariyê, Berwarî Bala jî bûye navenda şer.

PKK ê Botan terikand û şer anî Behdînan.

Kato Jîrka û Kato Marînos, di salên 1990 î de dewletê nikarîbû bikevê û kelha PKK ê bû, lê belê êdî ne qadên şer e, qada festîvalê ne. Li Kela Memê yek gerîlla jî nemaye, şer li Kuro Jaro tê kirin. Kato ew çiyayên serhildêr bûn ku Kurdan ji Îskenderê Makadonî re jî nehiştin bûn. Lê PKK ê nekarî li vir xwe ragire û têk çû. PKK ya ku li Katoyan nekarî dewleta tirk têk bibe, hatîye nava gundê Guherze û Berçî yê Amêdiyê û dibêje emê dewleta tirk têk bibin, lê PDK rêgirî li me dike.

Li Şirnexa ku bi salan navenda qada şer bû, êdî dengê fîşekan nayê. Şer hatîye pişt Şêladizê.

PKK li Bakur şer nake. PKK êdî li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê jî şer nake. PKK ne tenê Bakur, derdora sînorê Başûrê Kurdistanê jî ji dewleta Tirk re hişt û bazda.

Gabar bûye navenda tûrîzmê û Gare jî bûye navenda şer

Lê binêr in, ev Çiyayê Gabarê ye. ji sala 1983 an û heya berîya çend salan navenda şer a PKK ê bû. Di salên 1990 î de herêmeke rizgarkirî bû. Dewleta Tirk nedikarî bikeve hundirê Gabarê. Niha bûye navendeke geştiyarî. Ji Amedê û Stenbolê rojane geştîyar tên wir. Xelkê Gabarê êdî bi çandiniyê re mijûl in. Dewleta Tirk li Gabarê bi awayekî aktîf li petrolê digere. PKK ji Gabarê derket, paşve kişiya, sînor derbas kir xwe li Berwarî Bala û Heftanînê jî ranegirt gehişte herêma çîyayê Gare.

Êdî Gare bû qada şerê PKK ê. Gundiyên Garê ev 30 sal in nikarin gund û warên xwe bibînin. Gundî nikarin zevyên xwe bikêlin, fîqîyê xwe bicinin û rezên xwe şîn bikin. Çima? Ji ber ku PKK dibêje ew ê li Garê dewleta Tirk têk bibin. ma Gabar, Besta û Kato têra te nedikir ku tu dewleta tirk têk bibî?

Gare ne bes e, PKK dixwaze Germiyan jî bike qada şer. Dibêje ku ew ê ji Germiyan dewleta Tirk bin pêxin.

 Li Cîlo festîval, Li girê Cûdî(gundê Sêrî) şer

Ev der Çiyayê Cîlo ye. Ew navenda fermangeha eyaleta Zagrosê bû. Di salên 1990 î de bi sadî zêdetirî gerîla bi tabûran li wir bi cih bi bûn. Sedan gerîlayan li ser golên Satê wêne di kişandin. Niha li vir dengê gulleyan nayê bihîstin. Ev der niha qada festîval û geştîyarî ye. Dewleta Tirk herêma Cîlo-Çarçel weke “parka millî” îlan kir. Geştîyar hinek pêlavên mekap yên paşmayê gerilla weke bîranîn wêne dikin.

PKK li Cîlo têk çû, nikarîbû xwe li wir bigirta, vekişiya û hat Girê Cûdî (Gundî Sêrî) yê ku 8 km dûrî Amêdiyê ye û dibêje em ê dagirkerên tirk têk bibin.

Newala cehennemê ‘dola hespist’ bûye bihuşta tûrîzmê

Newala Cehennemê ya li navbera Hezexê ya Basa ya bi ser Şirnexê ve di salên 1990 î de navenda şer bû. Leşkeran Tirk ji ber ku nikaribûn dakevin wî gelî jêre di gotin newala Cehennemê. Di bin her zinarekî de kozikek gerîla hebû. Gel heta dawî piştgirî da PKK ê. Gelîyê Cehennem êdî ne qada şer e, bûye qada tûrîzmê. PKK jê vekişiyaye hatiye û li çiyayên Silêmaniyê behsa têkbirina dewleta Tirk dike.

Îcar çima gelîyê Pisaxa, devera Sindîyan qada şer e? Bi sedan darên fêqiyan û şikeftên xwezayî bi salan e ji gundîyan re qedexe ye. Gundiyên gelîyê Pisaxa ji axa xwe hatin veqetandin û mehkûmî Zaxo bûn.

Ev der deşta Feraşînê ye, Murat Qarayilan li vir bi şervanên xwe re pêşbirka ajotina hespan dikir. Niha gerîla lê nemaye. Tenê koçer û geştîyar tênê.

Ev sûlava Marînos e, di salên 1990 î de yekîneyên lojîstîkê ên PKK ê li vir pez xwedî dikir. Havîngeha Qarayilan bû. Niha ev Sûlav bûye qada geştîyarî.

PKK pêşî Amed, Garzan û Botan terikand. Paşê gihaye ser sînor ango Xaxurk, Heftanîn, Berwarî Balaû wir ji wirjî vekişya. Niha baznê duyemîn dixwaze bike qada şer.

PKK têk çûye, şêwaza şer ê PKK ê têk çûye, gerîlatî têk çûye. PKK dixwaze vê şikestinê li ser Herêma Kurdistanê jî ferz bike. û weke derfeta  dawî jî dixwaze Pêşmerge tûşî şer bike. Şer li ser Pêşmergê Kurdistanê bisepîne. Divê xelkê Başûrê Kurdistanê ji PKK ê re bibêje “Êdî Bese”.

 

Pustên heman beş