Bi dehan moşek ji kertê Xezeyê arasteyî Israîlê hatin kirin

Bi dehan moşek ji kertê Xezeyê arasteyî Israîlê hatin kirin

Bi dehan moşek ji kertê Xezeyê arasteyî Israîlê hatin kirin û zenga haydarkirinê hat lêdan.

Serê sibeha îro roja Şemê, 7/10/2023, bi dehan moşek ji aliyê berokê bergiriyê yê Filistînê ve arasteyî Israîlê hatin kirin.

Ajansa Royterzê parve kiriye ku êrîşa moşekî ya komên Filistînî ji kertê Xezeyê bo ser Israîlê ji serê sibehê ve hatiye destpêkirin û têde çend deverekên başûrê Israîlê kirine armanc.

Li beranberî wê yekê supayê Israîlê zenga haydarkirinê li bajarên Televîvê, Esqelanê, Bîr Sebhê û Eradê lêda û daxwaz ji welatiyan kiriye ku ji bo parastina jiyana xwe penayê ji bo serdav û cihên parastî bibin.

Heta niha çi aliyan amarên kuştî û birîndarên xwe yên wê bordumanê parve nekirine.

Pustên heman beş