Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di beyanameyekê de ragehand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan, li Enqerê bi Falih Feyaz ê Serokê Desteya Heşda Şebî û Xemîs Xencer ê Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê kom bû û derbarê naveroka wan civînan de ti zanyariyek nehate aşkera kirin.
Sê roj berî naha roja 4ê Cotmeha 2023ê Wezîrê Berevaniya Iraqê Sabit Ebasî bi serdaneke fermî gehişt Enqerê û bi Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler re rûnişt. Li gor ragehandina Wezareta Berevaniya Tirkiyê, “di wê kombûnê de, behsa alîkariyên dualî di warê pîşesaziya leşkerî û bergiriya dualî û herêmî hatiye kirin”.
Herwaha hat ragehandin: “Wezîrê Berevaniya Tirkiyê teqezî li ser wê yekê kiriye ku Tirkiye û Iraq xwedî peywendiyeke dîrokî û civakî ya bihêz in, û behsa giringiya pêşxistina alîkariyên di navbera herdu aliyan û gavên hevpar kirine û bi taybet di warê tekoşîna dijî terorê û parastina ewlehiya sinorî de”.
Ev hevdîtin û kombûnên navbera berpirsên Tirkiyê û Iraqê di demekê de ne ku Tirkiye gefên operasyonên bejayiyê bo ser hêzên PKKê yên li deverên sinorî dike.
Du rojên borî de jî Tirkiyê çend baregeh û bingehên Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirine. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, 15 armanc borduman kirine.