Erdogan: Di demeke nêzîk de dê serdana Îraqê û Herêma Kurdistanê bikim

Erdogan-erbil-baghdad

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ewê di demeke nêzîk de serdana Îraq û Herêma Kurdistanê bike.

Erdogan ji bo beşdarbûna çaremîn kongireya awarte ya partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) li gel şandeke Hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê civiya û got: “Ezê di demeke nêzîk de bêm Bexda û Hewlêrê”.

Serokomarê Tirkiyê di hevdîtinê de derbarê pirojeya geşepêdanê û hêla asinî ya Îraq – Tirkiyê de got, em li ser pêkanîna wê bi îsrarin.

Şandeke partiyên Kurdistanî û Îraqê ji boy beşdariyê di kongireya çaremîn ya AKPê de serdana Enqerê kirin û li gel Erdogan civiyan.

Îro karên kongireya çaremîn ya neasayî a ya AKPê li Enqerê dest bi karên xwe kir û Erdogan ji nû ve careke din weke serokê giştî yê AKPê hat hilbijartin.

Çavkanî: Rûdaw

Pustên heman beş