Teror û maf

pkk-turkey
  • Simko Ebdulezîz

Dema kesek yan saziyek karekî encam dide, bawer bi wî karî heye loma encam dide, ji bo ku rewatyê jî bide wî karê xwe dikeve nava hewlên mezin de.

Ev nerîn heya astekî cîhê xwe di serdemên berê de digre, loma jî çendîn şerên dijwar çêbûn û ew şer dibûn sedema wêrankirina gel û welatan û tim xeterî û tirs mêhvanê rojê bû.

Ji boy pêşîgirtina li wê malwêraniyê, piranîya dewletên cîhanê ji bo ku xwe û gelê xwe biparêzin berê xwe dan Netewên Yekbûyî û hinek yasa çêkirin û pênase dan her kiryarekê.

Piştî zelalkirina wan yasa û pênaseyan, hemû welat pabend kirin bo cî bi cî kirina wan yasayan û li gor wan pênaseyan û her welat yan hêzeke ku ew yasa binpêkirban, welatên din li dijî wan diketin liv û tevgerê.

Yêk ji wan biryaran ew bû ku pêwîste hemû welatên cîhanê li dijî karên terorê derkevin û nabe bi tu awayekî piştgirîya terorê were kirin yan were hewandin.

Ji bo ku rûyê analîzekirina karên terorê berfereh nebe û ne  her kes yan welatek li gorî berjwendiyên xwe pênaseya terorê bike, hatin pênaseyeke gurcugul dan terorê, ew jî diyar kir ku teror wate encamdayîna karekî ku jiyana welatyên sivîl û saziyên sivîl bikeve di xeteriyê de.

Partiya Karkeran yêk ji wan rêxistinane ku ketîye di lîsta terorê de ji hêla civaka navnetewî ve, sedema serke jî ji boy wê vedgere ku vê rêxistinê bi teybet di qûnaxên derbasbûyî de karên bi goman encam da ne, mîna teqandina wesaytan li Ewropayê, çêkirina tirsê bi rîya gefxwarinê li ser welatiyên sivîl û qetilkirina kadroyên partiyên Kurdistanî li Bakur û Rojava û her wiha tasfiyekirina partî û rêxistinên çep, Partîya Karkeran li vir neseknî, lêbelê bi dehan kadroyên xwe bi xwe jî bi hincetên cuda tasfiye kirin.

Heger em qala çalakiyên terorîstî yên Partîya Karkeran bikin, dê ne şaş be ku were gotin ku mirov dikare pirtûkekî li ser binivîsîne.

Gelo çalakîya herî dawîn ya Partîya Karkeran ku li Enqerê encam da ye dibe karekî terorîstî?

Li gorî yasa û pênaseyên terorê ew çalakî dikeve di kategorîya terorê de, ji ber ku mirov bi xwe xwe bi teqîne û li cîhekî sivîl be û welatiyên sivîl bikevin di xeteriyê de, êncam ev kar dibe çalakiyekî terorîstî.

Pirsa duyemîn eve: Gelo kîjan alî zêde sûdê ji vê çalakiyê dibîne, Partîya Karkeran yan dewleta Tirk?

1- Piranîya dewletên cîhanê li dijî wê kiryarê derketin.

2- Piranîya dewleta maf bi Tirkiyê da ku bi her awayekî bergiriyê ji xwe bike.

3- Kuştina dixtorekî vîtêrnerî û dizîna otomobîla wî du pênase dan Kurdan yêk kuştina mirovên sivîl û ya duyemîn jî dizî.

4- Du ciwanên Kurd hatine kuştin û du polîsên dewleta Tirk birîndar bûn, jiyan ji dest dana du ciwanên Kurd bêy ku çi destkeftiyên sitratejîk ji boy Kurdan bên destxistin, karekî bêaqlaneye, dîsa du polîs birîndar bûn ku ti pêwendîya wan bi siyaseta dewleta Tirk ve tune ku ew bibin armanc.

5- Heya niha zêdey 300 keç û xortên Kurdan hatine desteser kirin.

6- Li roja encamdayîna wê çalakiyê û heya niha dewleta Tirk mezintirîn operasyonên leşkerî bi rîya balafirên şer li dijî Başûrê û Rojava destpêkirine

7- Piranîya saziyên Rojava yên girêdayî jêrxaneya abûrî hatine ji nav birin û wêrankirin heya ku gihîştiye astekî ku bi destixistna nanê rojê bûye karekî herî zehmet.

 Li dawiyê jî dibêjim: Gelo kê sûd ji wê çalakiyê dît??

Pustên heman beş