Erdogan haydariyê dide Israîlê

Erdogan haydariyê dide Israîlê

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan peywendiyeke tilefonî bi Serokkomarê Israîlê Isaac Herzog re kir û danûstandin li ser rûdanên Israîlê û Filistînê û dawî pêşhatên devera wan kirin.

Li gor zanyarên Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyî, ji ber êrîşa heremekî ya Israîlê bo nav axa Filistînê, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan haydarî daye Serokkomarê Israîlê.

Di wê peywendiya tilefonî de, Herzog behsa wê yekê kir ku Tirkiye bizavên xwe ji bo bidawîanîna şerî û peydakirina aştiya domdirêj zêde dike.

Seet 6:00ê serê sibeha roja Şemiyê (7ê Cotmeha 2023ê), balê serbazî yê Bizava Hemasê bi hevparî bi Seraya Qudsê re operasiyona “Tofana Eqsayê” bo ser Israîlê dest pê kir. Televîvê jî soz da ku bi hêz bersivê bide.

Li gor zanyariyan, hijmara kuştiyên êrîşa balê serbazî yê Bizava Hemasê bo ser deverên cuda cuda yên Israîlê, ji 800 kesan borî.

Wezareta Saxlemiyê ya Filistînê jî îro roja Duşemê belav kiriye, hijmara kuştiyên êrîşa Israîlê bo ser Kertê Xezzeyê gehiştiye 2900 kesan.

Pustên heman beş