Yekîtiya Ewropayê arîkariyan ji bo Kertê Xezzeyê ranawestîne

Yekîtiya Ewropayê arîkariyan ji bo Kertê Xezzeyê ranawestîne

Yekîtiya Ewropayê li ser arîkariyan ji bo Kertê Xezzeyê ragehand, çi pêngavan ji bo rawestandina arîkariyan ji bo Kertê Xezzeyê nahavêjin, di demekê de pêştir ragehandibû ku dê arîkariyên xwe ji bo Kertê Xezzeyê rawestandiban.

Di ragehandinekê de, Komisyona Yekîtiya Ewropayê belav kiriye, niha çi pêngavekê ji bo rawestandina arîkariyên mirovî û lojistî ji bo Kertê Xezzeyê ranawestînin û şandina arîkariyan dê berdewam be.

Di wê ragehandinê de Yekîtiya Ewropayê amaje bi wê yekê jî daye, ew ji bo Kertê Xezzeyê mezintirîn dabînkerên arîkar in û bihayê wan arîkariyên ew ji bo wî bajarî dişînin 691 milyon dolar e.

Ev di demekê de ye ku roja Şemiya borî, Komisyarê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi amaje bi wê yekê dabû ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye tevaya arîkariyên mirovî û darayî ji bo Kertê Xezzeyê ji ber şerê Hemas-Israîlê rawestîne.

Ev jî her di wê demê de ye ku ew rewşa mirovî ji ber şerê Israîlê û Bizava Hemasê ji 7ê vê mehê ve peyda bûye. Ji bilî kuştin û awarebûna hijmareke zêde ya rûniştiyên Kertê Xezzeyê, yên din jî di rewşeke xirab de ne.

Pustên heman beş