Hizbullaha Iraqê jî gef li Amerîkayê xwarin

Hizbullaha Iraqê jî gef li Amerîkayê xwarin

Ketîbeyên Hizbullah a Iraqê, ku hêzeke milîsên Iraqê yên nêzîkî Îranê ne û di lîsteya teror a Amerîkayê de ye û radigehîne ku eger Amerîka destwerdanê di şerê Îsraîl û Hemasê de bike, ew jî dê li Iraq û navçeyê êrîş bikin ser hêzên Amerîkayê.

Emîndarê giştî yê Ketîbeyên Hizbullah a Iraqê Ebuhusên Hemîdawî di daxuyaniyekî de, îro 11.10.2023yê gef li Amerîkayê xwarin û ragehand, eger Amerîka destwerdanê li şerê Îsraîlê û Hemasê bike, ew jî dê li Iraq û navçeyê êrîş bikin ser hêzên Amerîkayê û binkeyên wan ên leşkerî bikin armanc.

Emîndarê giştî yê Ketîbeyên Hizbullah a Iraqê diyar kir: ‘’Em di amadebaşiyekî bihêz de ne ji bo ku gurzeke mezin li binkeyên Amerîkayê yên li Iraq û navçeyê bidin û hemû berjewendiyên wan bikin armanc.’’

Herwaha got: ‘’Eger pêwîst bike, dê pêgehên Îsraîl û ew aliyên ku piştevaniyê lê dikin jî bikin armanc.’’

Pustên heman beş