Nûrî çelîk
Di parzemînên cîhanê de parzemîna herî bi pirsgirêk, herî aloz, herî paşketî û xwedîyê herî îdeolojî û bawermendîyên kevneperest Rojhilata Navîn e. Û mixabin, milletekî wek milletê Kurd pêşketî, demokrat, mirovhez û qedirşînas di nav pirika Rojhilata Navîn de asê maye, bûye hêsîrê hirç û hovên Rojhilata Navîn û welatê wî di nav dewletên herî hov û nîjadperest de hatiye dabeşkirin. Di encama vê bindestî û dabeşkirinê de bi hişmendî û giyanê milletê Kurd hatiye lîztin, ne tenê welatê wî, mejî û hest û her nirxên wî yên pîroz jî hatine dagîrkirin. Bi vê dagîrkirinê Kurd ji hişmendîya xwe, ji hest û giyanê xwe yê pak û rewan dûr ketiye, kesayetîya xwe winda kiriye û di encamê de bûye evîndarê celadê xwe.
Ji sedê salan û vir de, û hetta ji derketina ol û pêxemberên Rojhilata Navîn û vir de, yanî ji hezarê salan û vir de, Rojhilata Navîn bûye mak û çavkanîya hemû nakokî û alozîyên li cîhanê. Ew nakokî û alozî îro jî hene, wê sibê jî hebin, û belkî heta roja qiyametê jî wê bidomin. Heta dewlet û rejîmên totalîter û berjewendîyên aborî, olî, çandî, leşkirî û siyasî hebin, wê Rojhilata Navîn jî wek mak û navenda nakokî û alozîyan bimîne.
Demokrasî, azadî, wekhevî
Gotinên demokrasî, azadî û hekwehevîyê li bejn û bala Rojhilata Navîn nayên. Ji dewlet û rejîmên Rojhilata Navîn re demokrasî, azadî û wekhevî wek kirasekî ji êgir e. Helbet em alîgirê demokrasî, azadî û wekhevîyê ne. Em alîgirên aştî û dijberên şer û mirin û kujtinê ne. Lê aştî, demokrasî, azadî û wekhevî ji Rojhilata Navîn re tê wateya hebûn û tunebûnê.
Demokrasî wê rexnekirinê, lêkolînê, lêpirsînê, xwendin û zanyarîyê, eşkerekirina rastîyê û gelek helwestên din bi xwe re bîne. Azadî wê heq û hiqûq, mafê mirovan, serhildan û berxwedanan, derketina derveyî sînorên ol û civakê bi xwe re bîne. Wekhevî wê textê desthilatdar û rêvebirên ku li ser olê, li ser berhemên oldarîyê û li ser dewlemendîyên welêt diçêrin bihejîne. Û ji hemûyan zêdetir û girîngtir, demokrasî, azadî û wekhevî wê li Rojhilata Navîn bibe sebebê naskirin û qebûlkirina naskirin û hebûna Kurd û Kurdistanê.
Naskirin û qebûlkirina Kurd û Kurdistanê jî tê wateya eşkerekirin û rastîya dewlemendîya çand û zimanê Kurdî, berfirehî û dewlemendîya erdnîgarî û dîroka milletê Kurd. Bi eşkerekirin û qebûlkirina çand û zimanê Kurdî wê eşkere bibe ku (bi taybet Tirk û Faris) bingeha çand, ziman û rêzimanê wan ji Kurdî hatiye dizîn. Bi naskirina erdnîgarî û dîrokê wê bê dîtin ku wan welatê xwe li ser xaka Kurd û bapîrên Kurdan ava kirine. Yanî, ne çanda wan dimîne, ne zimanê wan, ne jî dîroka wan. Ji ber ku her tiştê wan li ser hebûn û dewlemendîyên Kurdan hatine avakirin, wê tiştekî ku karibin xwe pê biparêzin ji wan re nemîne. Ev yek di pêşîya demokrasî, azadî û wekhevîya Rojhilata Navîn de astengîyek bi serê xwe ye.
Kurd û Filistînî, Kurdistan û Filistîn
Rojhilata Navîn ji alîyê jeopolîtîk û dewlemendîyên sererd û binerd ve helbet girêza devê dewletên wek Amerîka, Rûsya, Brîtanya, Fransa, Çîn û wekî din jî diherikîne. Dewlemendîya av, gaz û neftê (petrolê) û berjewendîyên dewletan nahêle ku îstîqrar û aramî li Rojhilata Navîn çêbibe. Parçekirina Kurdistanê di vê çarçoveyê de ye, dewlemendîya xaka Kurdistanê ye. Bingeha siyasetê aborî û berjewendî ye. Têkilî, dostanî û dijminatî li ser esasê berjewendîyan dest pê dikin. Ev yek jî gelek caran bi navê mirovhezîyê, carna di bin perda nakokî û alozîyê, carna jî bi navê nîjadperestî yan olperestîyê tên destpêkirin.
Pirs û pirsgirêka Kurd û Filistînîyan, pirsa Kurdistan û Filistînê li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên sereke ne. Pirsa Filistînî û Filistînê wek herêm pirsgirêka Israîlê ye, serê Israîlê dêşîne. Çareserkirina wê jî pirsgirêka Israîlê ye. Kurd û Kurdistan cuda ye, ne wek Filistînê ye. Heger pirsgirêka Filistînê bingeha dewleta Israîlê dihejîne, Kurdistan bingeha çar dewletan, herweha bingeha temamê Rojhilata Navîn dihejîne, diguherîne. Çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê temamê plan û projeyên dewletên mezin yên li ser Rojhilata Navîn diguherîne, têk dibe. Ji ber vê, pirsa Kurd û Kurdistanê qat bi qat ji pirsa Filistînî û Filistînê mezintir û girantir e.
Israîl û Filistîn, yan jî Cihû û Filistînîyên Ereb, her du alî jî hebûna xwe li ser esasê netewperestîyek tund ava kirine û bi wî şêweyî neyartîya hev dikin. Dixuye ku çi olî be, çi jî doza netewî be, netewperestî û hetta nîjadperestîya ku herdu alî dikin wê di pêşerojê de qetlîamên mezintir bi xwe re bîne. Dil dixwaze ku herdu alî di çarçoveya dîalog û sînorên demokrasîyê de pirs û pirdgirêkên xwe çareser bikin. Lê xuyaye mesele ne tenê bi Israîl û Hamasê ve girêdayî ye.
Tirk û Kurd, Israîl û Filistînî
PKK di 1.10.2023an de li paytexta Tirkîyê, li Enqerê, li ber derîyê Wezareta Navxweyî çalakîyek pêk anî û du hevalên xwe dan kujtin. Vê çalakîyê ji fêdeyê zêdetir zirar da Kurdan û rê ji dewleta Tirk re vekir ku êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê bike. Bi taybet Rojava di bin bombebarana dewleta Tirk de ma û gelek Kurd hatin kujtin û brîndarkirin, gelek ji cîh û warên xwe bûn. Piştî wê bi çend rojan Hamasê bi êrîşek mezin û kesanedî êrîşî Israîlê kir û qiyamet rabû. Tu dibê qey herdu êrîş jî ji navendekê û ji bo armancekê hatin pêkanîn. Bombebarana dewleta Tirk a li ser PKK, Başûr û Rojava ji rojeva cîhanê derket, yan jî hat derxistin, Israîl û Hamas ketin şûna wê. Niha bombebarandina artêşa Tirkîyê ne di xema kesî de ye, Israîl û Hamasê bi şiklekî rojev guhertin. Heger şerê Israîl û Filistînîyan berfirehtir bibe û peşkên wê xwe bigihînin Hizbûllah a Lubnan û Îranê, wê şer mezintir û berfirehtir bibe, wê bibe şerekî navdewletî, şerê bloka Rojava û Amerîka û Rûsya û hevalbendên Îranê. Gelo ev lîztikek nû ye, yan ji bo Projeya Mezin a Rojhilata Navîn gavek nû ye, kes nizane. Lê xuyaye wê peşkên wê li me Kurdan jî bikevin.
Herkes li ser mirîyê xwe digrî
Wek min li jor jî anî ser zimên, di encama bindestî û dabeşkirina Kurdistanê de bi hişmendî û giyanê milletê Kurd hatiye lîztin. Ne tenê welatê wî, mejî û hest û her nirxên wî yên pîroz jî hatine dagîrkirin. Bi vê dagîrkirinê Kurd ji hişmendîya xwe, ji hest û giyanê xwe yê pak û rewan dûr ketiye, kesayetîya xwe winda kiriye û di encamê de bûye evîndarê celadê xwe. Ji ber vê sosret û malkambaxîyê, em ne li ser mirîyên xwe, lê li ser mirîyên xelkê digrîn. Me dev ji doza xwe berdaye, me daye dû doza xelkê. Rojava û Başûr tê bombekirin, Kurd tên kujtin, deng ji kesî dernayê. Lê ji bo Filistînîyên ku destbirakê Saddam bûn û destê wan di xwîn û namûsa Kurdan de heye kirasê xwe diçirînin. Hevalbendîya Israîla ku piştgirîya Kurdistanek serbixwe dikir nakin, lê Filistînîyên ku Kurdistanek serbixwe wek xincera di pişta Ereban de dibînin dikin taca serê xwe.
Ma ez çi bêjim…
Xwedê kerîm û rehîm e….
Helbet wê rojekê feleka bêbext berê xwe bide me jî..