Hejmara kuştiyên şerê Hamas-Îsraîl 3,300 derbas kir

Hamas-Îsraîl

Li gorî amarên dawî, hejmara kuştiyên şerê navbera Hemas û Îsraîlê 3 hezar û 300 kes derbas kiriye ku piraniya wan jin û zarok in.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, hejmara kuştiyên bombebarana Îsraîlê li ser Gazayê gihîştiye 1900î.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di nava miriyan de 614 zarok û 370 jin hene, hejmara birîndaran jî gihiştiye 8 hezarî.

Di vê navberê de artêşa Îsraîlî ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşên Hemas û komên çekdar ên Filistînê gihiştiye 1400’î ku 200 leşker jî di nav de ne.

Neteweyên Yekbûyî jî got ku zêdetirî 400,000 kesan ji Gazzeyê koçber bûne û xelkên bakurê Gazayê jî koçberiya ber bi başûr ve berdewam dikin.

Roja şemiyê 7ê Cotmeha 2023an, baskê leşkerî yê tevgera Felestînî ya Hemasê zêdetir ji 5000 mûşekan ji Gazayê avêtin ser navçeyên bin kontrola Israîlî û cihên cihûyan, Îsraîlê jî ev dema hefteyekê ye dewam Xazzeyê bombebaran dike.

Pustên heman beş