Tirkiyeyê bi fermî amadebûna xwe bo hinardekirina petrola Kurdistanê nîşan dide

petrola Kurdistan

Li gorî rapora pêgeha “Iraq Oil Report”, Tirkiyeyê ji destpêka meha Cotmehê ve bi fermî ji rayedarên Iraqê re ragihandiye, ku boriya petrolê ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê amade ye.

Rapor xwe dispêre nameyeke fermî ya kompanyaya bazirganiya petrolê ya Tirkiyeyê “Botas” ku 2ê Cotmehê ji hevtaya xwe ya Iraqî re şandiye û bi fermî rayedarên hikûmeta Iraqê agahdar kirine ku boriya petrolê ya Iraq-Tirkiye ji bo veguhestin, barkirin û embarkirina petrolê di nav axa Tirkiyê de amade ye.

Di beşeke din a nameyê de hatiye gotin, “Hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ve dikare ji roja Çarşemê 4ê Cotmeha 2023an ve dubare dest pê bike.”

Ev yek di demekê de ye, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 11ê Cotmehê li Hefteya Enerjiyê ya Rûsyayê (REW) li Moskoyê de got: “Îraq amade ye ku hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhanê re ji nû ve dest pê bike.

Xeta boriya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ku petrola Kurdistanê bi rêya wê bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê tê hinardekirin, ji 25ê Adarê ve li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatiye rawestandin.

Her çend e gelek caran berpirsên her du hikûmetên Iraq û Tirkiyeyê amadehiya xwe ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ragihandine, lê heta niha petrola Herêma Kurdistanê nehatiye henardekirin.

Pustên heman beş