Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul got: “Eger me bikaribûya di çarçoveyeke demokratîk, mafên bingehîn û azadiyan de pirsa Kurd çareser bikira dê dilsozî û aîdiyeta hemû welatiyên me ji bo welat zêdetir bûya.”
Abdullah Gul pêr li bajarê Kayseriyê yê Tirkiyeyê, di bernameya “Çalakiyên Damezrandina 100 Saliya Komarê” ya Zanîngeha Abdullah Gul de axivî.
Abdullah Gul di axavtina xwe behsa pêvajoya destûreke nû ya ku ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû eşkerekirin, kir û piştgiriya xwe ragihand.
Gul got: “Derfeta ku birêz Serokkomar van rojan anî ziman, divê bi awayekî eşkere û bi nêzîkbûneke ne pêşdarazî bê nirxandin.”
Gul behsa pirsa Kurd jî kir û wiha axivî: “Eger me bikaribûya di çarçoeveyeke demokratîk, mafên bingehîn û azadiyan de pirsa Kurd a ku Mustafa Kemal Paşa sala 1923yan di axavtina xwe ya Îzmitê de bal kişandibû serê çareser bikira dê dilsozî û aîdiyeta hemû welatiyên me ji bo welat zêdetir bûya û rê li ber mezinbûna herêmî ya pirsgirêkê bigirta. Bi vî awayî jî me dikaribû rê li ber bigirta ku nebûya lîstikeke hêzên navdewletî”.