Milîsên Nûceba yên Heşdî Şeibî di şerê li Xezeyê de wendahiyên xwe aşkere kirin 

Milîsên Nûceba yên Heşdî Şeibî di şerê li Xezeyê de wendahiyên xwe aşkere kirin 

Çapemeniya Îraqî ragihand ku hêzên Heşdî Şeibî yên Iraqî di êrîşên li ser sînorê Lubnan-Îsraîl li Xezayê de hatine kuştin.

Rayedarekî Ereb ê Şîe ji El-Mada Press re piştrast kir ku hêzeke milîsên Nuceba yên Iraqî gihîştine sînorê Lubnan-Îsraîl û di êrîşa Îsraîlê ya li ser sînor de, hêzên milîsên Nuceba yên Heşdî Şeibî ziyan dîtine.

Wî berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike got, eger Tel Avîv êrişeke bejayî li dijî Xezayê bike, dê beşdarbûna grûpên çekdar ên Iraqê zêdetir bibe, lê heta niha Heşdî Şeibî bi fermî beşdarî şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de nebûye. Tevî ragihandina Washîngtonê ya şandina keştiyên balafiran bo Deryaya Spî.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê lîwayên Seyîd Şuheda yên Heşdî Şeibî Kazim Fertûsî got, hêzên Iraqî amade ne ku li ser erdê û di rastiyê de, ne bi rêya medyayê, destêwerdanê li Xezayê bikin.

Li gorî El-Fertûsî ku ji medyaya herêmî ya Iraqê re axivî, destwerdana wan bi giranî bi “tevlîbûna rasterast a Amerîkayê di şer de ye.”

Pêştir rêberê Bedir Hadî Amirî û rêberê Tevgera Sedr Muqteda Sedr hişyarî dabûn Amerîka ku eger destêwerdanê bike hêzên Heşdî Şeibî li Iraqê dê bingeh û baregehên Amerîka bikin armanc.

Di vê navberê de serokê koma Ehlî Heq Qeys El-Xezalî got ku ew bûyeran ji nêz ve dişopînin, ne wek temaşevan.

Lê çavkaniyên nûçeyan belav kirin ku tevgera Nuceba ya bi pêşengiya Ekrem El-Kaabî gihiştiye sînorê Îsraîlê û beşdarî şerê ji bo hêzên Hemasê bûye û bûye sedema ziyanên canî.

Tevgerê di vîdyoyekê de ragihand ku Nûceba bi lez dimeşe ji ber ku ti pêwendiya wê bi hikûmeta Iraqê re nîne û xwedî biryarên serbixwe ye.

Pustên heman beş