Wezîrê Derve yê Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de ragehand, Serokê Amerîkayê dê serdana Îsraîlê bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîneke çapeniyê de li Tel Avîvê ragehand: ‘’Roja 18.10.2023yê Serokê Amerîkayê Joe Biden dê serdana Îsraîlê bike.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Serokê Amerîkayê di demekî giring de serdana Îsraîl û Tel Avîvê dike ku peyameke giringe ji bo herêmê û cîhanê û Washington li hember gefxwarinên Hemasê peyama hevbeşiya li gel Îsraîlê teqez dike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê diyar kir: ‘’Biden peyama xwe ji bo aliyên sêyem de teqez dike ku dibe ji rewşê sûd wergirin û êrîş bikin ser Îsraîlê û dibêje ku nabe wî karî bikin.’’
Îro 17.10.2023yê ku 10 roj li ser destpê kirina şerê çekdarên Tevgera Hemas û Îsraîlê re derbas dibe û ji ber wî şerî bi hezaran kes li herdu aliyan hatiye kuştin û sedan hezar kes jî naçar bûne mal û halên xwe bicîh bihêlin û koçber bibin.