Dewlemendiyên Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bê sînor tên talankirin. Herî dawî jî derbarê hilberîna petrola Gabarê de ji aliyê Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ve daxuyaniyeke girîng hat dayîn. Li gorî vê daxuyanîyê niha li Gabarê rojane 25 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û ev yek roj bi roj yê zêde dibe.
Li gorî daxuyaniya Wezîr Şîmşek, “Bi xêra nefta Gabarê dê krîza aborî kêm bibe û berhevkirina rezervan jî wê zêde bibe.” Heta sala 2026an wê hilberîna petrolê ya giştî bigihêje asteke ku ji sedî 18 ê pêwîstiyên Tirkîyê pêk bîne.” Piştî vê daxuyaniya Wezîr Mehmet Şîmşek çavê hemû layena li PKK’ê bû ka wê ci helwest bigire.
PKK’ê heya niha dehan cara borîyên nefta Herêma Kurdistanê teqandine, bi milyonan dolar xisar gihandiye aborîya Herêma Kurdistanê. Lê PKK’ê dijî petrola Gabarê ti gav neavêtiye ev jî pir tiştekî serincrakêş e.
PKK’eya ku bi dehan sala Çiyayê Gabarê di bin kontrola wê de bû di van salên dawî de li çiyayên Bakurê Kurdistanê hema hema bêbandor bûye. Dewleta Tirk; gelek cihên PKK’ê yên salên 1990 de digot “herêmên rizgarkirî” weke Cûdî, Gabar, Besta,Çarçel,Mawa,Andok kirine cihên geştûgûzar ê. Êdî şûnpê gerîyayên PKK’ê jî li wan deveran nema ye.