Cêgirê Fermandeya 18 ya hêzên pêşmerge şehîd bû

Cêgirê Fermandeya 18 ya hêzên pêşmerge şehîd bû

Cêgirê fermandarê lîwaya 18 ya peyade ya hêzên pêşmerge, paş 6 rojan ji birîndar ketina xwe di şerê nêvbera pêşmerge û artêşa Îraqê de li Mexmûrê, îro şehîd ket.

Muqedim “Puşo Xalid” cêgirê fermandeya 18 ya hêzên pêşmerge ku yek bû ji birîndarên şerê li gel artêşa Îraqê li çiyayê Qereçox, îro serê sibê bi sedema giranîya birîna xwe şehîd bû.

Êvara roja 22\10\2023 dema hêzên pêşmerge dixwastin wan xalên ku PKK’ê ji dewleta dagirker a Îraqê re hiştine kontrol bike, di nêvbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de li bilindahiyên çiyayê Qereçox şer û pevçûn derketin, di roja şer de du pêşmerge şehîd ketbûn û hejmareke din jî brîndar bibûn.

Her weha roja pênc şemiyê 26/10/2023an Salih Zirarî fermandarê lîwaya 18 ya peyade ya hêzên pêşmerge ku yêk bû ji birîndaran piştî 3 rojan ji mana wî ya li nexweşxaneyê, bi sedema giraniya birîna xwe, şehîd ket.

Pustên heman beş