HEDEP dixwaze Tirkiyeyê di sedsala wê ya duyê de bike komareke demokratîk

HEDEP dixwaze Tirkiyeyê di sedsala wê ya duyê de bike komareke demokratîk

HEDEPê bi helkefta sedsaliya Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek parve kir û ragehand ku ew dixwazin Komara Tirkiyeyê di sedsala wê ya duyê de bikin komareke demokratîk.

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan HEDEPê bi helkefta sedsaliya Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek parve kir. Ew dixwazin, di sedsala duyem ya komara Tirkiyeyê de, komarek demokratîk ava bikin, ji bo ku hem pirsa Kurdan were çareserkirin, hem jî Rojhilata Navîn di nav aramî û aştiyê de bijî.

Tulay Hatımoğulları û Tuncer Bakırhan di wê daxuyaniyê de ragehand, Komara Tirkiyeyê di sedsala xwe ya borî de ji hîm û pîvanên demokratîk dûr bû. Ji ber wê jî, ewqas zulm û zordarî li gelan, bi taybet li gelê Kurd, hatiye kirin.

Herwesa ew daxwaz jî dikin, ji bo ku bûyerên borî dubare nebin û pirsa Kurdan jî bi yekcarî bê çareserkirin, divê komar bibe komareke demokratîk û bi vê yekê, Rojhlata Navîn jî di nav aramî û aştiyê de bijî.

Pêştir jî hevserokê nû yê HEDEPê Tuncer Bakirhan ragehandibû ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi her aliyekî re danûstandin bikin, bi wî şertî ku naveroka danûstandinan ji raya giştî re bê eşkerekirin.

Herwesa wî gotibû: Pirsa Kurdan bi rê û rêbzên nehênî çareser nabe. Pêvajoya çareseriyê pêvajoyek rast bû.

Partiya Çep a Kesk di kongreya xwe de, ku berî du hefteyan li Enqereyê hatibû lidarxistin, navê partiya xwe guhert û kir Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (HEDEP). Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari jî bûn hevserokên wê.

Pustên heman beş