Salvegera 3 a wefata Necmedîn Kerîm, yek ji kesayetiyên girîng ên siyaseta Kurdistanê

Najmadin-kerim

Necmedîn Kerîm di siyaseta Kurd de navekî girîng bû. Di sala 2014’an de di dema êrîşên terorîsên DAIŞ’ê yên li ser Kerkûkê de Kurdan ew ji nêz ve nas kirin. Bi taybetî jî bi helwesta xwe ya bi biryar di referandûmê de dilê gelê Kerkûkê xweş kir û bû mînaka çawaniya têkoşînê ji bo Kurdistanê. Tevî hemû helwestên neyînî yên partiya wî YNK’ê, bi dil û can piştgirî da Referandûma Serxwebûna Kurdistanê.

Û bi taybetî di Cotmeha 2017ê de li dijî grûpa nav YNKê ku xiyaneta Kerkûkê organîze kiribû, helwest nîşan da. Ji partiya xwe derket û hat Hewlêrê.

Necmedîn Kerîm hemû gefên hikûmeta Şîe ya Bexdayê red kirin. Kerîm di jiyana xwe ya 71 salî de wek “lobiya yek kesî” ji bo Kurdan xebitî.

Cenazeyê Kerîm ku li 31 cotmeha 2020ê li Washingtonê jiyana xwe ji dest dabû, li Pîrmamê hat definkirin. Piştre jî got, “Dema Kerkûk hat rizgarkirin, divê gora min jî bixin Kerkûkê”.

Necmedîn Kerîm kî ye?

Di 12’ê Tebaxa 1949’an de li navçeya Şorice ya Kerkûkê, weke sêyemîn zarokê malbateke 13 zarokî ji dayîk bûye. Diya wî xanima malê bû û bavê wî jî mela bû ku neteweperweriya Kurdî di kurrê xwe Kerîm de hiştibû û piştgiriya xebata wî di aliyê yekîtiya xwendekarên Kurd û Pêşmerge de dikir.

Kerîm xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li vir qedand, di sala 1972an de Fakulteya Bijîşkî ya Mûsilê qedand. Di sala 1976’an de ji bo domandina xwendina xwe çû Amerîkayê. Perwerdehiya Mejî û Nerve (Neurosurgery) li Zanîngeha George Washington qedand. Di heman zanîngehê de mamostetî kir. Ew li wîlayetên Washington û Meraland dijîya. Kerîm zewicî bû û çar zarokên wî hebûn ku yek ji wan keçek bû.

Kerîm ku Serokê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistana Iraqê bû, di sala 1972an de tevlî Hêzên Pêşmerge bû. Di sala 1988an de li Amerîkaya Bakur Konferansa Netewî ya Kurd damezrand û heta sala 1999an serokatiya wê kir.

Di sala 1991ê de beşdarî yekemîn civîna fermî ya di navbera partiyên Kurdî û Wezareta Derve ya Amerîkayê de dibe û di damezrandina beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka de cih digire û di sala 1996an de Enstîtuya Kurdî li Washingtonê ava dike.

Di sala 2009ê de vegeriya Herêma Kurdistanê. Kerîm ku di 3’ê Nîsana 2011’an de weke namzetê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bû parêzgarê Kerkûkê, heta sala 2017’an ev erka xwe berdewam kir.

Pustên heman beş