Nûredîn Xaşo: Rêzê li yasayên xwe bigirin û zarokên me vegerînin

Nûredîn Xaşo: Rêzê li yasayên xwe bigirin û zarokên me vegerînin

Kesûkarên zarokên revandî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk, HSDê ve, daxwaza vegerandina wan dikin, Nûredîn Xaşo yek ji kesûkarên zarokan e, ji PYDê û HSDê re got: Rêzê li yasayên xwe bigirin û zarokên me vegerînin

Ji 17ê meha Cotmehê ve li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê çekdarên yekîneyên parastina jinê YPJ ku beşeke ji hêzên Sûriya Demoqratîk HSDê ye, 2 zarok bi hev re, Mîrav Ednan Xaşo 15 salî û Sîmêl Zêdan Ismaîl 14 salî, revandine û tevlî leşkeriya neçar kiriye, tevî hewlên malbat û kesûkarên wan, bo vegerandinê, ta niha ne aliyekê guhdan daye, ne jî karek bo vegerandina wan kirine.

Nûredîn Xaşo ku apê Mîrav ye di heman demê de xalê Sîmêlê ye, li ser rûpela xwe ya torên civakî bekav kiriye ku, ji dema birazî û xwarziya wî hatine revandin ta niha, tu aliyekê û kesekî ne jî PYDê û ne h ji HSDê bersiva wan daye.

Xaşo da zanîn ku revandina zarokan berdewam dike, û daxwaz ji aliyê peywendîdar kirk u rêzê li yasayên xwe bigirin û zarokan vegerînin.

Li gorî dawî amaran, di meha Cotmehê de 5 zarokên jêr 18 salî ji aliyê hêzên Sûriya Demokratkî HSDê ve li Rojavayê Kurdistanê û Helebê hatine revandin, biçûktirîn zarok 12 salî ye, di vê mehê de yek hatiye revandin. ji koma wan bi tenê yek hatiye vegerandin.

Salîn Iyad Mehmûd, 14 salî li bajarê Qamişlo nêzîk yarîgehê di 7ê mehê de ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin ku keça tekane ya malbata xwe ye.

Solîn Ibrahîm 15 salî, 14 mehê, li bajarê Qamişlo ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Di 20î mehê de Ezedîn Bekrî Nesan ku bi xwe ereb e, bi tenê 12 salî ye li tax Şêx Meqsûda Helebê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Di 8ê Mijdara 2023yan Sebriye Şiyar Misto, 13 salî, ji şêniyên gundê Umer Simo li navçeya Şera ya ser bi bajarê Efrînê ve ye ji taxa Şêx Meqsûda Helebê bi mebesta leşkeriya neçar hatibû revandin, piştî çend rojan hat vegerandin.

Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Kobanê Di sala 2019an de li Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe neke û zarokên di nav de serbest berde, lê ta niha tu pabendî bi wê peymanê nehatiye kirin, her dem çekdarên bi nav û rengên cuda di nava HSDê de zarokan direvînin û tevlî leşkeriya neçar dikin.

Pustên heman beş