PKK’e bi revandina 15 zarokên keç damezrandina xwe pîroz dike

PKK’e bi revandina 15 zarokên keç damezrandina xwe pîroz dike

Partiya karkeran wêneyên 15 zarokên keç parvekiriye û li ser nivîsandiye jinên ciwan bi tevlîbûna li nav refên gêrîla 27 Mijdarê pîroz kirin.

Medyaya PKK’ê îro roja duşemî 27/11/2023an nûçeya tevlîbûna 15 zarokên kurdan yên keç anîye pêş û li ser nivîsandiye, jinên ciwan bi tevlîbûna li nava refên gêrîla 27 Mijdarê roja damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Partiya karkeran, ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser xapandin û revandina zarokên kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê bi taybet Rojava Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên parastina mafên zarokan tespîbt kiriye, ev partî ku mirov dikare navê Partiya zarokkujan lê bike, zarokên kurdan di revîne û bi destê artêşta dewleta dagirker dide kuştin û piştre tê û dibêje ew fedayê Apo bin!.

Di nûçeya îro ya medyaya PKK’ê ANFê de, wêneyên 15 keçên zarok ku temena wan di nêvbera 12 bo 14 saliyê de ye, parvekiriye û gotiye ku ew li pey şopa Apo û felsefa Apo hatine, PKK’ê daxuyaniyek bi wan daye gotin û tê de li ser devê wan zarokên belengaz gotiye ku Apo û PKK’e eşq û îradeya jinên ciwanan e.

Di niha de PKK’e piraniya zarokan bi rêya rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya ku li Rojava Kurdistanê di bin seywana PYD’ê de xebatê dike dixapîne, direvîne û tevlî nava refên xwe dike, piştre di çapemeniya xwe de wisa berçav dike ku ev zarokane bi biryara xwe û li pey şopa Ocalan hatine û tevlî nava refên wan bûne, lê ya rast ev zarokane bi axaftinên cur be cur tên xapandin û piştre dibin qurbaniyên berjewendiyên PKK’ê.

PKK’e bi parvekirina wêneyên keçên ciwan û bedew dixwaze rûyê xwe yê tarî veşêre û bi vê rêyê gelê kurd bi giştî û bi taybetî ciwanan bixapîne, PKK’e di çapemeniya xwe de bi nîşandana dîmenên ciwan ji kezî û biskên keçên kurd hewl dide ciwanan bixapîne û wan tevlî nava refên xwe bike, lê belê di niha de rûyê reşê PKK’ê ji her kesî re eşkere bûye û hejmarek herî kêm ya ciwanan yan bi xapandin tevlî PKK’ê dibin, yan jî bi rêya revandinê û bi darê zorê dihên çekdarkirin.

Pustên heman beş