Şêx Seîd nirxek bilind ê civaka Kurd û KurdistanêyeCarê hinek gotubêj dikevin rojevê de gelek li ser nayê sekinandin, halbukî helwestên di derbarê van gotubêjan de derdikevin hole, gelekî girîngin. Eve çend rojin ji bo nave Şêx Seîd li Kolanek a Diyarbekir hatiye kirin gelek nîqaş çêdibin û gelek kes helwesta xwe didin diyarkirin.
Li Tirkiye helwesta aliyên heyî gelekî balkêşe. Partiyên wek MHPê, Partiya Serkeftinê,IYI Partiyê ku wek partiyên qewmî têne naskirin ji yek serkaniyekî îdeolijik têne xwedî kirin, wek din Partiya Komunist a Tirk û çepên Tirka û aliyên xwe sosyalist didin nasandin jî, ji serkaniyek cuda tê xwedîkirin. Lê di encamp de, dema behsa Kurda û hinek nirxên kurda tê kirin, ava herdu serkaniyan di cuyekî de diherike.
Wek din helwesta tevgera Kurd, kesayetên Kurda jî gelekî girîng e. Parlementerê AKPê Galip Ensarîoglu, parlementerê HUDA PARê Serkan Ramanli û Faruk Dinç, parlementerê IYI Partiyê Salim Ensarîoglu li gora dîtin , bîr û baweriya xwe li Şêx Seîd xwedî derketin û kesayeta Şêx Seîd ji aliyî civakî û olî ve nirxandin.
Ji aliyek din ve hinek aliyên Kurd partî û dezgehên sivîl li navê Şêx Seîd xwedî derketin û helwesta nijadperestên Tirk şermezar kirin.
Gelo DEM yanî HEDEP yanî PKK di vê derbarê de çima bê denge. Yan jî dengek gelek lawaz behsa Şêx Seîd dike. Sedemê vê vekirîye, sedem dîtin û gotinên serok û rêberê wan Abdullah Ocalan ên di derbarê Şêx Seîd de ye.
Ocalan di daxûyaniyeka xwe de behsa Şêx Seîd dike û dibêje: Şêx Seîd ne rizgarîxwazekî netewî yê Kurd bû, otonomîstekî feodal yê olî bû. (…) Serhildan ji ber ku ne pêşverû û zanistî ne, têk diçin. Ji aliye filozîfî ve jî ev welê ye. Eger tiştek li cihekî têkbiçe, ew temsila paşverûtiyê dike. Mistefa Kemal di wan şert û mercan de nûnertiya kesên pêşketî dikir. Ez nabêjim kurd paşverû bûn, serokên wan paşverû bûn. Wan Kurd sedsalekî paşve xistin. Em îro jî ji vê êşê dikişînin. Kî berpirsê vê yekê ye? Ew berpirsiyar in. (ANF 22.9.2004 ji têbiniyên hevdîtinên Îmralî)
Ne hevceye ku ev gotinên Ocaln bêne şirovekirin. Ji ber ku dîtinên Ocalan di derbarê rêber û serokên Kurdan de yên ku şoreş û serhildan kirine vekiriye. Ew ji xwe pêve kesekî nasnake û ev yek jî di propagande û dezenfermasyonên PKKê de bûye sedemê windakirina nirxên netewî di nava civaka Kurd li bakurê Kurdistanê de.
Helwesta aliyên Tirk di derbarê serkirdeyên Kurdan de tê famkirin. Ew ji xwe dijminên hemû nirxên Kurda ne. Tirk çi Komunistbin, çepbin, rastbin yan jî îslamîbin heman awayî dijminatiya Kurda dikin. Ji xwe tişta ku aliyên siyasî yên Tirka dike yek û yekdengiyekî di nava wan de peyda dike, bi tenê pirsa Kurd de.
Lê gelo dema Kurd daxûyaniyên partî û kesayetên Tirk di derbarê nirxek netewî wek Şêx Seîd de şermezar dikin, çima behsa gotinên Ocalan nakin? Ev yek balkêşe. Eger aliyek Tirk êrîşê navê Şêx Seîd bike bê şermezarkirin, gerek dema yek bi navê Kurda êrîşê navê Şêx Seîd bike gerek ji şermezariyê wêdetir bê rejimandin.
Şêx Seîd serokê serhildanek netewî ya Kurdane. Şêx seîd nirxêk gelek biha yê neteweya Kurd de. Şêx Seîd bi îradeyek bi hêz doza mafê Kurda kiriye û di vê rêyê de hatiye darvekirin û heta wek îro jî cihê mezarên wî û hevalên wî ne diyare.
Xwedî lê derketina Şêx Seîd, di heman demî de xwedî lê derketina nirxên civakî û netewî yê Kurda û Kurdistanê ye.
13.12.2023
ROJEVAKURD