Amerîkayê bi ser 7 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepand

Amerîkayê bi ser 7 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepand

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di çorçoveya cezayên aborî yên li ser Rûsyayê de bi ser 7 kompanyayên Tirkiyeyê de ceza sepand.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, bi sedema ku ji bo Rûsyayê kelûpelên leşkerî dabîn dikin dê bi ser 150 kompanyayan de cezayên nû bisepîne.

Di nav wan de 7 kompanya yê Tirkiyeyê jî ne.

“Kremlinê Rûsya veguhastiye aboriya şer”

Derbarê mijarê Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellenê got: “Kremlinê bi awayekî berdewam Rûsya veguhastiye aboriya şer. Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nikare vê yekê tenê bi berhemanîna xwecihî bike.Armancên cezayên hatin eşkerekirin ew kelûpel in ku ji bo artêşa Rûsyayê bi awayekî bi lez pêwîst in.”

Janet Yellenê diyar kir ku kompanyayên ceza bi ser wan de hatine sepandin ji bo berdewamkirina şerê Ukraynayê piştîvaniya didin Rûsyayê û ji polîtîkayên berfirehbûn û enerjiyê yên Rûsyayê re dibin alîkar.

Piştî ku ji ber şerê Ukraynayê cezayên aborî bi ser Rûsyayê de hatin sepandin berpirsên Amerîkayê derbarê pêwendiyên aborî yên li gel Rûsyayê gelek caran hişyarî dane Tirkiyeyê.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, di çorçoveya cezayên aborî yên li ser Rûsyayê de berî çend rojan jî bi ser 7 kompanya û welatiyekî Tirkiyeyê de ceza sepand.

Navên wan Kompanyayên Tirkiyeyê yên ceza bi ser da hatine sepandin ev in:

Kompanyaya Bazirganiya Navxweyî û Derve ya Bosfor Avrasyayê

Kompanyaya Bazirganî û Pîşesazî ya Egetir Otomotivê

Kompanyaya Bazirganiya Derve ya Globus Turkiye Lojistikê

Kompanyaya Bazirganiya Derve ya Kartal Eximê

Kompanyaya Elektrîk û Elektronîkê ya Konomar Gemiyê

Kompanyaya Elektronîk û Pîşesaziyê Megasanê

Kompanyaya Bazirganî û Pîşesazî ya Firotina Kelûpelên Otomobîlan a Ozkayayê

Pustên heman beş