Wêneya 6 rêber û kesayetên dîrokî yên Kurd li bircên Diyarbekirê hate daliqandin

pênc rêber -Qazî Mihemed-Şêx Seîd Efendî-Seyîd Riza-Doktor Nûrî Dêrsîmî-Leyla Qasim -Mûsa Anter-info

Wêneya 6 rêber, serok û kesayetên dîrokî yên Kurd li bircên Diyarbekirê hate daliqandin.

Şeva borî pankartek ku tê de wêneyê 6 rêber û kesayetên dîrokî yên Kurd ên wekî Damezirîner û Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, Rêberê Serhildana 1925an Şêx Seîd Efendî, Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza, bîrmend û yek ji pêşengên serhildanên Koçgirî û Dêrsimê Doktor Nûrî Dêrsîmî, jina şoreşger Leyla Qasim û rewşenbîrê diyar ê Kurd Mûsa Anter hate daleqandin.

Di bin wêneya her 6 serok, rêber û kesaytên diyar ên Kurd de dirûşma “Ez Kurd im, Nemir im” hatibû nivîsin. 

Piştî daliqandina wêneya rêber û kesayetiyên Kurd bi bircên Diyarbekirê ve, wêne û vîdyoya daliqandinê bi awayekî berfireh li tora civakî hat parvekirin.

Ev yek di demekê de ye, berî çend rojan Şaredariya Diyarbekirê navê Şêx Seîd li bulvarekî danîbû û aliyên nîjadperest ên Tirkiyeyê jî nerazîbûn nîşan dabûn û sivikatî li Şêx Seîd kiribûn. 

Pustên heman beş