Li Îranê balefirekî şer ket

Li Îranê balefirekî şer ket

Balefira şer a cureya Su-22 ya leşkerî ya ser bi Sipaha Pasdarên Îranê ket Gola Perîşan a li başûrê rojhilatê navçeya Kazerun û hat ragehandin balefirvan bi sîstema kursiya firandinê kariye xwe rizgar bike.

Li eyaleta Fars a li başûrê Îranê balefireke şer a cureya Su-22 ket xwarê. Li gor televîzyona dewletê ya Îranê balefira bi cureya Su-22 ketiye Gola Perîşan a li navçeya Kazerunê. Hat ragehandin di bûyerê de ti windayiyên canî çênebûye.

Herwaha televîzyona dewletê ya Îranê derbarê bûyerê de pir zêde agahî belav nekirin, lê ajansa nîv fermî ya Îranê Tesnîm jî ragehand, balefir a hêzên esmanî ya ser bi Sipaha Pasdaran bûye.

Li gor nûçeya Tesnîmê Rêveberê Giştî yê Balefirgehên eyaleta Fars Fexredîn Keşaverz jî ragehandiye balefir nêzîkî gola Perîşan a li başûrê rojhilatê navçeya Kazerunê ketiye xwarê û sedemê ketina balefirê jî ji ber xerabûnekî teknîkî bûye.

Balefirên Su-22 ji aliyê kompanya Sukhoi ya Rûsyayê ve tên hilberandin û ji aliyê Îranê ve bi awayekî çalak ew balefir tên bikaranîn.

Pustên heman beş