Di rêbazê de soz û qerar

Di rêbazê de soz û qerar

Bûbê Eser

Di nava miletên pêşketî de soz û qerar du hevokên ku reng û dengê rêvebirên civatê dide xuyakirin. Ji ber vê girîngiyê bû ku Barzaniyê nemir ev jî kiriye xalek rêbaza pîroz ku rêvebirên gelê kurd bikaribin li gor wê tevbigerin.

Soz, girîng û cihê bawerî an ne baweriyê ye. Dema te doz da û pêk neanî êdî tê bibe cihê ne baweriyê. Heger tu bû cihê nebaweriyê jî êdî tu qîmet û hêjayiya te di civatê de namîne. Loma kesên ne li ser soza xwe bin, wê nikarin rêvebiriya gelê xwe jî bikin.

Heger em li dem û dewranên berê binerin ku kesên soz didan, miheqeq ew soza xwe pêk dianîn. Loma niha di vê dewra me de, mirov dibîne ku tu qîmet û hêjayiya soz ê nehiştine. Loma îro dema hin sozê ji dil didin û dixwazin yên li hember ji wê bawer bike, dibêje: ”Bi soza mêrê berê”. Di virde tê xuyakirin ku têgeha sozê hêjayiya xwe, rûmet û qîmeta xwe wenda kiriye.

Qerar jî weke Sozê girîng e. Divê mirov berî her tiştî xwedê qerar be ku mirov bikaribe di karê xwe de bi ser bikeve. Heger tu di karê xwe de dudilî bûy aha ew kar tu caran bi sernakeve.

Bala xwe bidinê ji roja Barzaniyan dest avêtin çeka ji bona azadiya kurdistanê, bi qerar û xwedî helwesteke neteweyî bûn. Ji ber ku wan qerar dan ku divê ”ya kurdistan ya neman”. Di şerê xwe yên sed salan de ew qerara xwe bi bedelên mezin pêk anîn.

Heger Barzaniyan ne xwedî îrade û qerarên neteweyî bana, wan ê nikarîbana sed salan şerê çar dewletên dagirker bikirana. Ji ber ku ew bi xwe û qerarên xwe bawer bûn. Loma qerara ”ya kurdistan ya neman” girtin û li ser vî asasî meşiyan.

Meşa wan î bi qerar em kurd îro li başûrê kurdistanê kirine xwedî welatekî azad. Kar û xebatê dikin ku kurdan bikin xwedî kurdistaneke serbixwe.  Aha ji ber vê ye ku qerar girtin an dayîn jî bûye xalek ji rêbaza pîroz.

Helbet soz girtin û dayîn rengê civatê, partî û tevgerên heyî dide xuyakirin. Soz, helwesta serok û serokatiyê dide zanîn ku bê ew çiqasî xwedî soza xwe ne.

Îro pir eşkere tê dîtin û zanîn ku hemî cîhan bi soza ku serok Mesûd Barzanî dide bawer in. Ji ber ku rêzdar hîmekî ji hîmên vê rêbazê ye. Bi vê jî û bi sozên dane jî bûye xwedî şexsiyetekî navneteweyî. Loma gotina wî bi xwe jî soz e.

Heger Kurd jî bi hemî hebûnên xwe û hêjayiyên xwe bikaribin li ser sozên didin rawestin, bisekinin miheqeq wê rojekê serketin bibe para wan jî.

Ez ê vê nivîsa xwe jî bi mînakekê biqedînim û divê herkesên ku dibêjin ez an em li ser rêbazêne, divê vê rêbazê baş fêr bibin da ku tiştên di wê pêk bînin.

Di serdema Şêx Ehmed Barzanî ku hê Barzaniyê nemir weke şagirtekî wî ye. Weke tê zanîn Barzanî hemî li devera Barzan dijiyan û dijîn. Ji ber ku Barzan cihê serî hildan û berxwedana kurdan ya tekoşîna li dij dagirkeran e. Barzan sîwaneke ku hemî dilsozên gelê xwe di bin wê de, yekîtiya wan pêk anîne.

Rojekê hin pere ji nemir Barzanî re lazim dibe. Ji bona wê jî dihare ba camêrekî û daxwaza hin peran bi qerz bide wî, lê dike. Camêr jî daxwaza wî erê dike û dibêje:

-Ser çavan. Tu çiqasî bixwazî ez dikarim bi qerz bidin te. Lê gelo tê vî perî çi demê li min vegerîne? Barzaniyê nemir jî dibêje:

-Tê mehekê wext bide, ez ê perên te li te vegerînim. Berî ku dema Barzanî qerzê xwe bide bi çend roja dihare ba kesên ku pere jê qerz kiribû û dibêje:

-Min soz dabû ku divê min perên te li te vegeranda. Lê rewş hinekî xerab ket. Gelo tê bikaribe du heftên din jî wextê bide min:

Xwediyê peran dibêje na û ez ê herin ba Şêx Ehmed giliyê te bikim ku te qerzê xwe di wextê de nade. Rojekê dema Barzaniyê nemir berbi malde dihare, dibîne ku xwediyê perên ku wî jê qerz kiribû, dema çav li Barzaniyê nemir dikeve, tizbiya xwe di nava destên xwe de hildide û difîkîne. Barzanî yek ser fêm dike ku tiştek di vê de heye. Loma jê re dibêje:

-Xêr e, ev kêf ji ber çi tê? Camêr tenê dibêje:

-Şêx Ehmed li benda te ye. Here ba wî bila ew ji te re bêje?

Piştî ku nemir Barzanî dihare ba şêx Ehmed fêm dike ku xwediyê peran hatiye ba wî û giliyê nemir Barzanî kirî ye ku ew ê di wextê de perên qerz kiribû lê venegerîne. Lê şêx Ehmed perên camêr dabûyê û şêx Ehmed ji Barzanî re dibêje:

-Binere Barzaniyê hêja, dema mirov sozek da divê mirov wê pêk bîne. Te ev nekir û tiştên weha qîmet û rûmeta mirov dixe ku mirov nikare pêşkêşiya gelê xwe û xelkê xwe bike. Min perên camêr danê.

Piştî vê bûyerê, girîngiya sozê tê fêm kirin ku soz dayin di ser her tiştekî re ye. Serok, rêber û pêşevanên gel divê di Sozên xwe de rasteqîn bin. Ew kes û kesayetiyên ku di sozên xwe de ne xwedî helwestek baş bin, kesên din jî dê bi wan baweriyê neynin.

Ji ber vê ye ku nemir Barzanî ev kiriye xalek girîng ya rêbazê. Sozên berpirsan eynik û neynika wan e. Siyasetmedarên ne xwedî soza xwe bin, dê tucaran nikaribin bi serkevin. Aha di virde em dibînin ku Barzanî bi qerar û bi îstîqrar xwedî soza xwe ne û bûn,  loma em kurd îro kirine xwedî perçek kurdistana azad.

Têbinî: Ji ber munasebeta serê salê û bêhnvedanê, ez ê jî heta 6.01.2024an bêhna xwe bidim. Piştî wê nivîsên li ser rêbaza pîroz wê her berdewam bin. Sala nû li gelê xwe, li pêşmêrgeyên qehreman û kesên xwediyê rêbaza pîroz in, pîroz dikim.

Pustên heman beş