Ewilê Kurdbin !

Ewilê Kurdbin !

Li Tirkiye piraniya kesayetên ku xwe wek insanên pêşverû, demokrat didin nasnadin û di civatê de bi vî awayî tîne qebûl kirin, rojane di bernameyên televizyona de, behsa sekolarîzmê dikin, behsa civatek demokratik û pêşverû, behsa azadiya ramanî û mafê mirovan dikin. Yanî dema mirov guh dide wan dilê mirov vedibe û keyfxweşîyek di kesayeta mirov de peyda dibe. Heta carê sempatitek bo wan çêdibe.  

Gelek kesayet, rewşenbîr, akademisyen û siyasetmedarên tirk bi vî awayî hene û di civatê de ji bo van bîr û baweriyên ku dibêjin jî wek kesayetek zana,modern û demokrat rêzgirtinekî taybet dibinin.

Wek gelek welatan li Tirkiye jî gurubên cuda yên xwediyên bîr baweriyên çepitiyê hene, partiyan wek Partiya Komunist a Tirkiye û gelek partiyên din bi navên cuda yên çepan di qada siyasî de hatine avakirin.. Ew jî wek gelek kesan behsa demokrasi û wekhevîyê dikin, behsa jiyanek azad di welatek wek Tirkiye de dikin, dibêjin ku divê kesek ji bo fikra xwe neye girtin û darizandin.

Li Tirkiye rêxistinên îslamî hene, behsa umetê dikin, behsa wekhevî û biratiyê dikin, behsa dadwerî û edaletê dikin. Bi dengek bilind dibêjin “Em misilman biarayê hevin“ bi navê misilmanetiyê pişgirîya misilmana li Filîstin deverên din ên cîhanê dikin.

Herweha li Tirkiye nijadperest hene, partiyên li ser bîr û baweriyên qewimî avakirine. Ew vekirî ji bilî Tirka li Tirkiye inkara herkesekî din dikin, vekirî dibêjin Kurd tunene û dijminatiya Kurda dikin û wek nûnerên nijadperestên tirka tene nasandin.

Keşeya kurdên li bakurê Kurdistanê ya herî mezin, ewe ku, piraniya aliyên siyasî van cureyên siyasetmedar û rêxistinên ku li jor behsa wan hatî kirin ji xwe re wek mînak dibinin û versiyonên wan li Kurdistanê avadikin. Yanî di eslê xwe de dixweyê ku piranî di siyaseta aliyên li bakurê Kurdistanê rêxistin û partiyên Tirka ji bo xwe wek rol modelekî dibinin. Ji xwe malxirabiya Kurda ya mezin ev e.

Ev aliyên Tirka yên ku behsa wan hatî kirin, hemû kêm zêde di pirasa Kurde, Kurdistanê de wek hev difikirin û dema behsa Kurdistanê û mafê rewa yê Kurda tê kirin hemû dibin yek û kîn û nefreta xwe li himber daxwaziyê Kurdistanî diferişin.

Gelek caran di bernameyên televîzyonî de, dema gotubêjekî dikin, dengê xwe lihev bilind dikin, hevudin bi tiştên xirab îtham dikin, radibin hev û gelek cara li himber hev şidetê jî bi kar tînin, tişta nemayî tînin sere hev. Lê dema behs tê ser Kurda bi carekî dibin yek, li rûyêhevudin dikenin, behsa rastiyê gotinin hev di derbarê pirsa Kurd de dikin. Yanî tişta ku wan digihînê hev dijminatiya Kurda ye. Ha hinek jî carê wesfê Kurda didin. Lê wesfê Kurdên wek xwe lê kirin didin.

Demokratbûn, pêşverûtiya, misilmaniya, çepitiya Tirka ev e. Vêca kî çi navî li vê bike keyfa xwe ye. Dema mirov dibêje li bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî winda dibe, hestên netewî alozin, ev yek sedemê bingehîne.

Gerek Kurd  ji berî her tiştekî, bîr û bawriyên Kurdistanî xwedî derkevin, ev xwedî derketin, li xwedî derketina, Axa Kurdistanêye, dîroka Kurdistaniyê, nirx û derbasbûyina cıvata Kurdiye, parastina mafên rewa yên geleê Kurdistanêye, xwedî lê derketina nasname û zimanê Kurdaye, xwedî lê derketina al û sembolên Kurdaye û parastina cureyekî ji cureyên dewletbûna Kurdaye.

Nabe her carê mirov gazinda ji Tirka bike, divê em berê xwe bidin xwe û xwe nasbikin, bizanibin gelo em kîne û çi dikin. Divê ew kes û aliyên bi navê Kurda tevdigerin bi pîvanên Kurdistanbûnê bene nirxandin. Gelo rastî xizmeta miletê xwe dikin yan hewldidin, cıvata Kurd ji hemû nirxên kurdeyatiyê bişûn û Tirkiye ve û cıvata Tirk ve entegre bikin, Divê Kurd bi xwe vê yekê bibinin û bibin xwedî helwest.

Pêwendî û dayîn standin li gel aliyên Tirkan re ne xelete. Divê pêwendî hebin, dema pêwist hevkarî bene kirin, lê  di vê çerçoveyê de mafên kurda bingeh bene girtin û her gava ku mirov bavêje di berjewendiya destxistina mafên netewî de be.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş