Li Efrînê kesek hat kuştin û 4 kes jî hatin revandin

Li Efrînê kesek hat kuştin û 4 kes jî hatin revandin

Li herêma Efrînê 4 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin û kesek jî li nêzîkî bajarokê Nibilê hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Leşkerî” roja 25ê vê mehê xortê bi navê Şaban Reşîd Hemo li ser rêbenda bajarê Efrînê revand.

Ragihand jî, heman grûpa “Polîsa Leşkerî” roja 24ê vê mehê welatiyê bi navê Henan Şêx Fexrî li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê revand.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 21ê vê mehê welatiyê bi navê Ebdo Mihemed ê ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta revand.

Herwiha da zanîn, çekdarên grûpa Silêman Şah (Emşat) roja 25ê Berçile kesê bi navê Ehmed Demircî ji gundê Merwaniyê yê ser bi navçeya Cindirês ve revand.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar a ji bajarokê Nibilê bi mebesta diziyê, welatiyê Kurd Xalid Cemîl Nebo di navbera Nibil û gundê Bircikê de, di nava otomobîla wî de bi guleyan kuştin.

Diyar kir jî, Xalid Cemîl Nebo ji gundê Kîmarê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê ye û piştî ku gundê wî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve hatibû dagêrkirin, koçberî gundê Birçikê bûbû.

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ji Adara 2018an ve herêma Efrînê dagîr kirine, lê 12 gundên navçeya Şêrewa yên nêzîkî her du bajarokê Şîe (Nibil û Zehraa) di destê HSDê de mane.

Pustên heman beş