Hilbijartinên Herêmî û Stanbol !

Hilbijartinên Herêmî û Stanbol !

Aliyên siyasî ji bo hilbijartinên herêmî amadebûna xwe dikin. Hêdî hêdî berbijirên xwe eşkere dikin.  Wek tê zanîn di van hilbijartinan de Tayib Erdogan gelek girîngiyek mezin dide hilbijartinên Stanbolê. Dixwaze şeredariya mezin a Stanbolê ji destê CHPê derêxe. AK Partî ev yek ji bo xwe kiriye pirseka prestija siyasî. Taybetî Erdogan ji bo cardin Stanbolê destve bîne di nava hewldanek mezin de ye.

Stanbolê dengê Kurda girîngiyekî mezin dileyze. Li bajarê Stanbolê piraniya Kurda denga didin DEMê. Lê ji derê vê jî hijmarek mezin Kurd hene ku, dengê xwe didin partiyên cuda. Heta gelek Kurd jî dengê xwe wek helwestekî bi kar naynin.  Lê hemû partî û aliyên siyasî ji Kurdan behtir li ser dengderên DEMê dileyzin. Baweriyek heye ku, partiya dengên HDPê aliyê xwe ve bîne Stanbolê serdikeve. Lê eger aliyên siyasî ji dengderên DEMê zêdetir berê xwe bidin Kurdên stanbolê dijîn, dê şansê wan ê ku Kurda ba xwe ve bînin gelektirbe. Lê mixabin ev yek nayê kirin. Ji xwe ev helwesta aliyên siyasî yên Tirka statûyekî dide DEMê bi xwe jî.

Gelo Kurd li bajarê Stanbolê dema dengê xwe bi kartînin pîvan çiye? Eger bersiva vê pirsê ji bo dengderên Kurd pîvan Kurdbûn be, dê rewşek cuda derkeve holê. Lê mixabin ji bo DEMê pîvan ne Kurd bûn û Kurdistanbûne. Lê hindikbe jî ji bo hinek Kurdan pîvan Kurdbûne û ew jî dengê xwe bi vî awayî yan kartînin yan jî naynin.

Wek têzanîn HDPê hilbijartinên 2019ê li Stanbulê li gel CHPê peymanek veşartî pêkanî. Ne HDPê û ne jî CHPê newêrîn vê peymana ku di nav xwe de kirîn ji Raya Giştîre eşkere bikin. Ev peyman tenê li ser rantekî taybet hatibû avakirin. Wek tê zanî aliyan dawiyê de hev tawanbar jî kirin.

Di van hilbijartinan de Tifaqa CHPê belav bû. IYI Partiyê ji dev CHPê berda. Yanî Tifaq nema. Tifaqa ku Erdogan pêkanî berdewam e. MHP pişgiriya berbijêrê AK Partiyê dike.

Xalek din ewe ku, AK Partî û CHP cardin li ser dengderên DEMê dileyzin. DEM dixwaze li gel AK Partiyê tevbigere. Hinek hevdîtin li gel berpirsên AK Partiyê kirine. Daxwaziya hevdîtina ji DEMê hatiye. Lê AK Partî di vê pirsê de gelek bi hesasî tevdigere. Daxwaziya DEMÊ ewe ku dibêje, bila demanekî bidin me bajarên ku em şeredariya destvebînin, Qayum neyên tayîn kirin. Li gora hinek agahdariyên xwe cihî yanî ji nava AK Partiyî û di nav DEMê de jî hatîn destxistin, AK Partiyê gotiye: Hun li Stanbolê û bajarên mezin ên Tirkiye berbijêrên xwe derêxin , bila bajarên ku hun dizanin ,dê hunê şeredariya destve bînin, berbijêrên ku di derbarê wan de doza terorê nehatî vekirin û pêwendiya wan PKKê re tunebe destnîşan bikin, da qayum neyên tayîn kirin.

Ji aliyek din CHP û DEM dibêje ku, eger em li hevbikin, emê vî carê protokola xwe ji Raya Giştî re eşkere bikin. Kurdên di nava DEMê de behtir nêzikî AK Partiyê difikirin û li gor xwe ji bo pêşerojê de pêvajoy din bi navê “çareseriyê“ destpêbikin dihesibînin. Lê çepên Tirkên di nava DEMê de behtir xwe nêzî CHPê dibînin û helwesta wan di nava DEMê de giraniye. Lê rojên pêşiya me çi nîşa me dike nayê zanîn. Roja 15ê vê mehê her tiş eşkere dibe.

Li Bajarên Kurda rewş gelekî cuda ye. Serdestiya DEMê heye. Li hinek bajarên bakurê Kurdistanê hilbijartin dê navbera DEM û AK Partiyê de derbas bibe. Ne partiyên din ên Kurda xwedî bandorek berbiçavin û ne jî partiyên din yên Tirkan.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş