Hêzên Rêjîmê baregehekî Tirkiyê li Helebê armanc girtin

Tirkiyê li Rojavayê Helebê

Hêzên Rêjîma Sûryê îro bi mûşekekê baregehekî artêşa Tirkiyê li gundewarê Helebê kirin armanc.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragehand ku îro roja pêncşemî hêzên Rêjîma Sûryê baregeha leşkerî ya Tirkiyê li bajarokê Abzîmo li gundewarê Helebê yê rojava, bi mûşekeka “Konkurs” hedef kir, bê ku agahî derbarî ziyanên mirovî bên zanîn.

Duh, rewangeha Sûrî ya mafên mirovan çavdêrî kir ku berevaniya asmanî ya hêzên Rêjîmê 7 firokeyên bê firokevan yên Heyet Tehrîr El-Şam, li deverên gundewarê Idilbê û Helebê xistin ku hewl didan êrîşan li dijî hêzên Rêjîmê pêk bînin.

Pustên heman beş