Di PKKê de Sitratejîya Dijminkariyê ji ku hatiye?

kurdistan_pkk
  • Simko Ebdulezîzi

Dijimnkarî konsepteke tê bikaranîn dema ku kesek an aliyek hêzekî neqanûnî, nemirovî û neheq li dijî kesek an partiyek an neteweyekê bikar bîne, hingê xwediyê karanîna wê hêzê dibe dijminê aliyê bê hêz û bê desthilat.

Heger kesek ku di warê erdnîgarî, dîrok, civak û tevgera siyasî de haya wî ji neteweya Kurd tune be, pirtûk, medya û hevpeyvînên Partiya Karkeran bixwîne, guhdarî bike û bibîne, dê bighêje wê qenaetê ku hemû siyasetmedar, partiyên siyasî û hizirmend û rewşenbîrên Kurd yên ku weke fikir ne bi Partiya Karkeran re ne, dikevin di xaneya îxanetê de û bi dijminên Kurdan tên hesab kirin û yên ku berxwedanê ji boy gelê Kurd dikin tenê ew in, her wiha tenê ew in pêşengîya şoreşa Kurd dikin, bi gotinek din Kurdayetî tê wateya PKKe û serokatiya tevgera Kurd tê wateya Abdulla Ocalan û fikir, hiş û zanist tê wateya serê Abdullay, weke ku Cemîl Bayîk di pirtûka xwe ya bi navê “Dîroka Partiya Karkeran” de gelek bi zelalî rave kirî.

Bi xwendin, dîtin û guhdarîkirina çapemeniya PKKê, mirov tê vê qenaetê ku di nava Kurdan de tenê kesek heye ku serî wî hebe, difkire û rênîşandere ew jî Abdulla Ocalan e û gelê Kurd tev bêy sere, nezane û fikir û hişê wî tune.

Min hewl da ku bibînim ka konsepta fikrî ya ku îro çapemeniya PKKê ji bo tinekirina neteweya Kurd bi kar tîne, ango konsepta “Dijberya Partiyên Kurdên yên li derveyî çembera PKKê xebatê dikin”, nûye Yan dîrokek kevnar heye, ji ber ku xweyaye ku çapemeniya PKKê rojekê jî bêy dijayetiya partiyên Kurdistanî û Hikûmeta rewa ya Herêma Kurdistanê derbas nake, çi b belavkirina agahiyên bêbingeh û çi jî bi piropagandayên jehrîn.

Ez gihiştim wê encamê ku ev nediyardeyeke nûye ku PKKe li ser kar dike, lêbelê ji roja damezrandina vê partiyê û heta niha ev yêk xeta sereke ya vê partiyê ye û têkoşîna xwe li ser vê esasê dimeşîne û encamên baş jê bidest xistiye. Belge jî eve ku PKKê beşa herî mezin a Kurdan li bakur kirin dijberên partiyên Kurdî ji bilî partiya xwe.

Di destpêka salên 1980î de, darbeyeke mezin pêk hat, hemû partiyên opozisyonê wêran bûn û gelek ji endamên wan partîyan bi Kurd û Tirk ve ketin zîndanan û gelekên din jî bi qaçaxî ji Tirkiyê derketin û bi rêya welatên cîran derbasî Ewropayê bûn, nemaze di Sûryê re.

Berî darbeyê bi salekê, Abdulla Ocalan dizanbû ku dê darbe çêbibe, loma çû Sûryê û rasterast piştgirî da hêzên siyasî yên Filistînê û bi agahiya dewleta Sûryê karîbû ji xwe re cihekî rêxistinî ava bike.

Dema ku derbe bi dawî bûy, Ocalan xwest ji vê derfetê sûd werbigre û pirojeya bi navê “Pirojeya Aşitiyê” îlan bike û tê de daxwaz kir ku hemû hêzên siyasî yên Tirkiyê bi hemû îdeolojiyên xwe eniyeke hevpar pêkbînin. Mijara me carê ne ev eniya hevpare, belku li rojên pêş me em ê li ser biaxvîn. Lê tiştê ku ez dixwazim di vê gotarê de bêjim ewe ku dema ev daxuyanî hatî îlan kirin, kesayetiyê siyasîy ê Kurd “Kemal BurKay” ku serokê partiya Sosyalîsta Kurd li bakur bû, yekser çû Sûryê ji bo ku derbarê vê pirojeyê bi Abdulla Ocalan re bicive.

burkay_aksiyoandergisi

Bi kurtî Kemal BurKay dibêje, carekê ez ji boy civînê derbarê “Pirojeya Aşitiyê” çûm cem Ocalan, li wê demê celal talebanî û çend kesên din jî li wir di amade bûn, piştî gotûbêjeke dirêj min ji Abdulla re got, berî ku ev eniye were avakirin, divê tu daxuyaniyekê bidî û lêborînê û efoyê ji hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî bixwazî, ji ber ku ev 10 salin hûn û partiya we têdikoşin ku gel li dijî partiyên Kurdistanî rabbe, we tovê nefretê di nav gel de belav kiriye, wate divê tu vê çareser bikî û ji nû ve bihêy daxwaza avakirina eniyeke hevpar bikî.

Bi kurtasî tişta ku em niha di çapemenîya PKKê de dibînin, ango konsepta Dijimnatî û êrîşa li ser hêzên siyasî yên Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne konseptekî nûye, lê xeteke sitratejîk a PKKê ye ji roja damezrandina wê û heya roja me ya îro li ser birêve diçe û kirîye sitratejîya xwe.

Pustên heman beş