Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî dibe

Masrour-Barzani-davos-2024-info-net

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê ber bi Swîsreyê ve birê ket.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya beşdariya di Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, dê ligel hejmarek ji serokwezîr û berpirsên payebilind ên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bicive. Di hevdîtinên xwe de, dê çendîn mijarên navxweyî, navçeyî û cîhanî ji wan jî pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û veberhênanê de gotûbêj bikin.

Herwiha biryar e jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî paneleke li ser nakokiyên li Rojhilata Navîn bibe.

Beşdarbûna Serokwezîr di Konferansa Davosê de, di çarçoveya ji hewlên berdewam ên Herêma Kurdistanê de ye, ji bo bihêzkirina pêwendiyên li gel welatan û gotûbêjkirina pirsên ku girêdayî paşeroja Iraq û navçeyê bi giştî ne.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hejmarek berpirsên hikûmeta Kurdistanê, sermayedar û karsazên Kurdistanê pêk tê ku bo cara yekê ye beşdarî Davosê dibin. Mala Kurdî jî bi destpêşxerî û pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê tê vekirin.

Konferansa îsal bi navê “Avakirina Baweriyê” tê lidarxistin û tê de çendîn babetên girêdayî bi enerjî, sîstema bankî, zîrekiya destkird û çendîn mijarên siyasî yên aktuel tên gotûbêjkirin.

Pustên heman beş