Di rêbazê de ŞOREŞA ÎLONÊ

Di rêbazê de ŞOREŞA ÎLONÊ

Bûbê Eser

Şoreşa Îlonê berhemek ji berhemên vê rêbaza pîroz ya ewil e. Di vê şoreşê de em dibînin ku Barzaniyan bêdengiya girtibû ser her çar perçên Kurdistanê bi guleya ewil ya li gor vê rêbazê rakirin.

Ez ê bixwazim di vê nivîsa xwe de bi kurtayî li ser rêbazê ku di şoreşa îlona de di jiyana gelê kurd de çi guherandin kiriye rawest im. Mebesta min di virde wê ew be ku em weke Kurd bikarin li ser berhem ango şoreşên vê rêbazê ya ji bona me kurdan pêk aniye nas bikin. Hêjayî û pêkanînê vê rêbazê di jiyana gelê kurd de çi kirîye bibînin û xwedî lê derkevin.

Weke tê zanîn ku heta sala 1946an gelek şoreş û berxwedan li tevaya Kurdistanê pêk hatin, lê ji wan yek jî bi ser neketin. Ereb û Tirkan qatlîamên mezin kirin. Wan xwestin gelê me bi tevayî ji holê rakin û wî bê deng bikin. Ji xwe ew şoreşên ku heta 1946an pêk hatibûn, têk çûbûn. Ji ber wan têkçûna li seran serê cihanê Kurd bê xwedan û bê hêvî bû bûn. Lê di sala 1945 û pêde xebata ji bona azadiya Kurdistanê, li rojhilatê hêdî hêdî liviya, tevgeriya, xweştir û geştir dibû. Haziriya şer û berxwedaneke fireh dihate kirin da ku li hember dagirkerên Faris şerê azadiyê bikin. 

Bi girtina biryareke weha hate dîtin ku kurd hîn jî zîndî ne, li ser Linganin û ji bona bi destxistina mafê xwe ê rêwa berxwe didin. Vê kêfa Kurdan ji nû de anî bû. Lewra dema Barzaniyên ku di serîhildanên xwe yên li hember rejîma Irakê de wendekiribûn, ber bi birayên xwe yên Rojhilata de çûbûn. Ji ber zilm û zordariya dagirkerên Irakê li wir bi cih bû bûn. Lê daxwaza Barzaniyan her gav azadiya Kurdistanê bû. Lewra jî wan ji sala 1907an de ji bona vê armanca pîroz li hember dagirkeriyê serî hildabûn. Lê bi alîkariya hin eşîrên kurdan ku li ba dijmin cih girtibûn, bi ser neketibûn. Ji bona ku milet û mirovên wan bi tevayê nayên qetilkirin û wan biparêzin, ber bi rojhilat de çûbûn, li wir bi cih bû bûn. Lê jiyana wan ya wir jî gelek zor û zehmetî bû.

Dema li rojhilat biryara şerê azadiya kurdan ya li hemberî dagirkeran heta girtin, vê kêfa Barzaniyan û bi taybetî ya Barzaniyê nemir anîbû. Loma hemû Barzaniyan li ba birayên xwe yên rojhilat cihê xwe girtin da ku ji bona azadiya Kurdan şer bikin. Berhema wî şerî, du hêjayî ji bona me anî bû. Yek Komara Kurdistan li Mahabadê hate damezrandin. Ya din jî Barzaniyê nemir ji ber xebat û zîrekbûna xwe weke bi rutbeya generaltiyê hate destnişankirin.

 Lê çi mixabin ev Komar ne li gor hesabên gelek dewletên mezin bûn. Loma piştî salekê hate rûxandin û serokê wê Qazî Muhamed hate bi dardekirin. Lê Barzaniyê Mezin serokê neteweyî ê Kurd ku li wir bi xebata xwe bû bû Generalê miletê xwe, xwe teslîmî dijmin nekir û ew li gel 518 çekdarên hevalên xwe berbi sovyetê de çûn. Li wir bi cih bûn.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Muhabadê, êdî ji nû de û li seranserê cihanê Kurd bê deng man. Ji ber ku heta wê demê li her çar perçên Kurdistanê şerê azadiya Kurdan hatibû temirandin. Miletê Kurd hate qetilkirin, wêrankirin û koçberkirin. Bi vê bêdengiyê dijminên kurdan kêf kirin. Wan bawerî anîbûn ku Kurd dê êdî nikaribin serî li hemberî wan hildin. Lê serokê neteweyî Barzaniyê mezin, li gor vê rêbazê kêfa dijmin di qirika wan de hişt û piştî ji sovyetê vegeriyan ji nû de dest bi şerê azadiya Kurdistanê kir. Vî şerî ango vê serîhildanê, kurdên ku bi tevayî bê hêvî mabûn, bi hêvî kir. Kurdên ku li gor dijmin miribûn ji nû de zindî kir. Yanî şoreşa îlonê ji nûde zîndîkirina gelê Kurd û berxwedana azadiya wî bû.

Şoreşa îlonê ji bona kurdan li Iraqê otonomî bi dest xist. Lê ew jî nehat hesabê dijmin, loma jî li hev civîyan da ku wê têk bibin û bi ser jî ketin. Lê şerê Kurdan ya ji bona azadiya Kursdistanê û bi serokatiya serokê neteweyî Barzaniyê nemir her berdewam bû. 

Lewra ez dibêjim û divê neyê ji bîrkirin: Di şoreşa Kurdistanê ya li Mahabadê de em Kurd bûne xwedî serokekî neteweyî ew jî Mistefa Barzaniyê nemir bû. Şoreşa Îlonê, ji nû de zindîkirina gelê kurd û ya Gulanê jî azadiya wî bû. Lewra jî pêwîstiya ku gelê Kurd bi berfirehî li ser van şoreşên bi serpereştiya vê rêbazê hatine kirin, rawestin, şirove bikin, heye. Bi taybetî divê ciwan van herdu şoreşan baş bizanibin da ku dîroka xwe baştir nas bikin.

Ji bona vê ye em dibêjin, berhema yekem ya vê rêbaza pîroz şoreşa Îlonê ye ku wê kurdên miribûn zîndî kir. Loma em îro bi perçekî Kurdistanê ya azad weke kurd serbilindin. Serbilindin ku heger ev rêbaza û ev berxwedana Barzaniyan ya li gor û li ser esasê vê rêbazê ji nû de li hember dagirkerên xwe, şerê hebûn û tunebûna gelê xwe nedabana dibe ku îro em weke milet li ser rûyê dinyê nemabana.

Ji ber vê ye divê kurd girîngiya rêbazê û destkevtiyên wê bizanibin û xwedî lê derkevin. Tu milet bê rêbaz ango felsefe nikarin xwe azad bikin. Loma Barzaniyan ev yek baş zanîbûn. Lewra karê wan ê sereke ew bû ku Kurdan bikin xwedî rêbazekê da ku ew jî ji bona azadî û serxwebûna gelê xwe têbikoşe.

 

Pustên heman beş