Qayumekî Erdogan pê li meleyekî da û li ser minbera mizgeftê anî xwarê

Qayumekî Erdogan pê li meleyekî da û li ser minbera mizgeftê anî xwarê

Li navçeya Qulpê ya Diyarbekirê roja înê dema melayê mizgeftê xutbe xwend, qeymeqamê ku wek qayum hatî tayînkirin, xutbe sekinand û şerê mele kir, wî îdia kir ku, mele beşek ji nivîsa xutbê nexwend û sere derbas bûye. Qayum mikrofon ji deste mele derxist û pê li mele daye.Mela diçe nexweşxaneyê raportekî digrê ku hatiyê êşandin û û derbarê Qayum de doz vekiriye.

Baroya Diyarbekirê jî daxûyaniyek ragihand û gotin, ewê pêvajoyê bişopînin.  Waliyê Diyarbekirê li ser pirse lêkolînekî dike û qayum di êfada xwe de gotiye ku Mele ji xutbê beşeka ku dibêje “Ji bo şehîdên me nimêja dilovaniyê hat kirin. Nexwend.

Dema qayum êrîşê mele kirî, mele jêre dibêje: wiha neke ez meleme, babê min jî cerdevane û birayê min jî polise. Niha pêvajoya dedweriyê div ê derbarê de berdewam dike.

Pustên heman beş