Ev gotina Pêşewa Qazî di roja me ya îro da jî rastîya xwe diparêze

Qazi-Mihemed-Komara-Kurdistan

Îro 78mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê derbas dibe, komara ku her çend temena wê tenê 11 meh bûn, lê mîrasek giranbiha ji nifşên paşerojê re hişt ku Kurd hêjan jî pê serbilindin, ji wan sirûda netewî ya Ey Raqîb, Ala Kurdistanê û navê Pêşmerge.

Di salvegera 78 ya damezrandina Komara Kurdistanê da em vê gotina “Pêşewa Qazî Mihemed” li bîr di înin ku di roja me ya îro da jî rastîya xwe diparêze:

“Baweriya xwe bi dijimnên xwe, bi taybetî jî bi Eceman neînin, ji ber ku ecem ji çend alîyan ve dijimnê we ye, ew dijimnê dîn û niştîmanê we ye û dagîrkerê axa weye, dîrokê nîşan daye ku ew tim û tim li hincetan digerin, di tawanên herî piçûk da jî Kurdan dikujin, ew dikarin li hember Kurdan hemû cure tawanan bikar bînin”.

Pustên heman beş