Xwepêşandanên girseyî yên gelê Başûr li dijî êrîşên Îranê li ser Hewlêrê didomin

Xwepêşandanên girseyî yên gelê Başûr li dijî êrîşên Îranê li ser Hewlêrê didomin

Li Silêmanî, Helebce, Soran û Îdareya Serbixwe ya Raperînê ji bo şermezarkirina êrîşên Pasdarên Îranê yên li ser Hewlêrê xwepêşandan û mîtîng hatin lidarxistin.

Bi hezaran kes îro 23ê Çileya 2024an beşdarî xwepêşandanê bûn û bi bilindkirina ala Kurdistanê û avêtina siloganan piştgiriya xwe ji bo Hewlêrê ragihandin. Xwepêşanderan êrişên Îranê yên li ser Hewlêrê û kuştina sivîl û zarokan şermezar kirin.

Tekez kirin jî, bombebarankirina mûşekî, îradeya kurdan têk nade, ji ber ku di sedsala borî de dijminan gelek cureyên çekan li dijî gelê Kurd bikar anîne, lê ew çek hatine têkbirin û kurd her mane.

Di xwepêşandanên Silêmanî, Helebce û Raperînê de jî gotarên ji bo piştgiriya Hewlêrê hatin xwendin, hat ragihandin ku Kurdistan yek parçe ye, bi êşa yek parçeyê re, parçeyên din jî hest bi wê êşê dikin.

Şeva 15.01.2024 çend deverên sivîlan li Hewlêr û derdora wê bi çend mûşekên Balistî û dronan hatin armanckirin. Di encama êrîşê de, 5 welatî şehîd bûn û 6 welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî bûn. Piştre jî Pasdarên Îranê berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.

Her di vê derbarê de, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê û Serokê Komîteya Lêkolînê ya Hikûmeta Iraqê Qasim El-Arecî derbarê êrişên Îranê li ser Hewlêrê de ragihandibû, cihê hatiye armanckirin mala sivîlekî bû û ne binkeyeke sîxurî ya Îsraîlê bû.

Pustên heman beş