DEM’ê derbarê destnîşankirina berbijêra li bajarên wek Stanbol û Enqere da

DEM’ê derbarê destnîşankirina berbijêra li bajarên wek Stanbol û Enqere da

Rêveberiya Navenda DEM’ê civiya û diderbarê destnîşankirina berbijêra li bajarên wek Stanbol û Enqere da. Li gorî agahiyên ku li pişt perdeyê hatin girtin, di encama nîqaşên dirêj de biryar hat dayîn ku li Stenbol û Enqereyê namzet bên diyarkirin. Navê Başak Demirtaş ji bo Stenbolê û Meral Daniş Beştaş ji bo Enqereyê derdikeve pêş.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM’ê (MYK) bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civiya. Li gorî agahiyên ku li pişt perdeyê hatin girtin, di encama nîqaşên dirêj ên civînê de biryar hat dayîn ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê namzet bên diyarkirin.

Di dema ku Tirkiye balê dikişîne ser hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, xebatên hilbijartina namzetên Partiya DEM’ê dewam dikin. Pir girîng e ku Partiya DEMê berbijarekî destnîşan bike, bi taybetî li Stenbolê.Ev yek babetê herî girîng di hevdîtinên navbera CHPê û DEMê de ye. Herweha hevdîtinên nehînî di navbera AKPÊ û DEMê de jî berdewamin. Dixweyê vê carê AKP ji CHPê behtir bandora xwe li DEMê kir.

Heta wek vê gavê DEMê behsa cureyên pêwendiyên xwe ji Raya Giştîre nedaye xûyakirin. Lê dixweyê DEM bi temamî berbi çepitiya çepên Tirk ve diçe û ev yek hem destnîşankirina berbijêran de û hem jî helwesta rayadarên DEMê de bêhtir derdikeve pêş.

Hat diyarkirin ku Berdevka Partiyê Ayşegul Dogan wê îro di civîna çapemeniyê de navê namzetên gelek bajaran eşkere bike.

Pustên heman beş