Bexda tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyê re bi rêya diyalogê dike

Bexda tekeziyê li ser çareserkirina pirsgirêkên bi Tirkiyê re bi rêya diyalogê dike

Piştî aloziyên navbera Tirkiye û Iraqê di çend hefteyên borî de, serokomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd roja Sêşemê 6/2/2024an di hevdîtina ligel wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler de tekez kir ku çareserkirina alozîyan bi rêya diyalogêye ne bi binpêkirina serweriyê û zirar gihandin bi welatiyan.

Ev helwesta serokomarê Iraqê li bara êrişên vê dawiyê yên Tirkiyê bo ser çeperên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Iraqê hat dayîn.

Serokatiya Komara Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand: Reşîd di hevdîtina xweya bi Guler re li Bexdayê tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên sînorî û dozên ewlehiyê yên di navbera her du welatan de bi rêya hevkarî, şêwir û hemahengiya hevbeş û avakirina komîteyên ewlehiyê ji aliyê her du aliyan ve û pêşxistina çareseriyên pêwîst kir.

Serokomarê Iraqê her wiha nerazîbûna xwe li ser pirsgirêkên çaresernekirî û bikaranîna axa Iraqê ji bo tehdîdkirina welatên cîran û welatên din eşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “di vê hevdîtinê de rêyên pêşxistin û xurtkirina peywendiyên dualî û perispektîfên hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên ewlekarî û daneyên ragihandinê de bi awayekî ku xizmeta ewlehî û aramiya her du welatan bike hatin gotûbêj kirin.”

Li gorî heman daxuyaniyê, ji aliyê xwe ve Wezîrê Berevaniya Tirkiyê jî tekezî li ser piştevaniya welatê xwe ji bo ewlehî, aramî û serweriya Iraqê û nêzîkbûna wî welatî bo bihêzkirina hevkarî û hemahengiya ligel Tirkiyê kir.

Têkiliyên Iraq-Tirkiyê di hefteyên dawî de li ser gelek mijaran, ji wan çavkaniyên avê û Partiya Karkerên Kurdistanê, rastî aloziyên zêdetir hat, vê yekê Enqere neçar hişt behsa îhtîmala operasyonên leşkerî yên din li hundurê Iraqê bike.

Partiya Karkerên Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê ve weke komeke terorîst hatiye binavkirin, di sala 1984 de li dijî hikûmeta Tirkiyê dest bi şerê çekdarî kir û di encamê de zêdetirî 40 hezar kes hatin kuştin.

Ev nakokî demekî li nava xaka Bakurê Kurdistanê berdewam bûn, lê piştî vegerîna Evdila Ocalan ê serokê PKK’ê bo Tirkiyê û wêrankirina beşekî mezin ji Bakurê Kurdistanê, biryar hat dayîn ku çekdarên PKK’ê derbasî çiyayên Herêma Kurdistanê bibin, êdî şerê PKK’ê û Tirkiyê bi temamî ne li Bakur, belku di nava kûrahiya xaka Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ji ber vê sedemê jî gelê Başûr û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rastî pirsgirêkên pirr zêde hatine.

Pustên heman beş